ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
- 09:00 6 Cotmeh 2025
 - Rojev
 
	*Rojnamevanên jin têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li dijî zext, sansûr û hedefgirtina hikûmetên ku ji aliyê mêran ve tên birêvebirin, xurt dikin. Seroka MKG'ê Roza Metîna got, "Rojnamegerî ji bo parastina rastiya civakê têkoşînek e. Jinên rojnamevan qet pênûsa xwe danenîne û ew ê tu carî jî danînin." DÎMEN HEYE 
	*Kedkarên şaredariyê ku li Mûş, Ebex û Qelqeliyê der barê tundî û mirinên biguman ên jinan de nirxandin kirin wiha gotin: “Dema jin ber bi întîxarê ve diçin, hema dibêjin ‘psîkolojiya wan xera bû’. Lê sedema esas vedişêrin. Jin hem ji aliyê malbatê hem jî ji aliyê mêran ve zextan dibînin.” DÎMEN HEYE 
	* Li gorî çeteleya meha Îlonê 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, 21 jin û zarokê jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ

				
				
				
				
				





