
‘Divê zemîna şert û mercên jiyanek bi rûmet bê avakirin’
- 09:02 25 Gulan 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Sekretera jinan a Navenda Giştî ya Haber-Sen Gulseren Gungordu wiha got: “Divê butçe ne ji bo şer ji bo gelan, kedkar, ciwan û zarokan bê veqetandin. Divê zemîna şert û mercên jiyaneke bi rumet bê avakirin.”
Piştî banga "aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde PKK’ê di navbra 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û daxuyand ku dawî li şerê çekdarî aniye. Bi van geşedanan re li Rojhilata Navîn geşedanên nû jî afirîn.
Sekretera Jinan a Navenda Giştî ya Sendîkaya Çapemenî Weşand Ragîhandin û Kedkarên Postayê (Haber-Sen) Gulseren Gungordu der barê pêvajoyê de axivî.
Gulseren Gungordu da zanîn ku li Tirkiyeyê rêjeya betaliya jinê gelek zêde ye û di 23 sal desthilatdariya AKP’ê de îstîhama jinan zêde nebûye. Gulseren Gungordu wiha got: "Jinan di her qada jiyanê de têkoşîna xwe bilind kirine. Jinan ji bo mûçeyê wekhev têkoşîn daye. Rêxistibûna jinan heye. AKP pandemî veguhert derfetê. Jin li nav zeviyan dixebitin, li fabrîkayan dixebitin û li qada cemawerî dixebitin. Di bin navê personelên fîrmayan de girseyek kedaran ya teşeron heye. Em dikarin bêjin ku li van deran jî rêjeya jinan zêde ye. Lê rêjeya îstîhdama jinan kêm e. Ji ber rolên zayenda civakî xizmêtên lênerîna kal û pîr, zarokan, astengdaran li ser milê jinê ye.”
‘Divê butçe ji gel re bê xerckirin’
Gulseren Gungordu got keda jinê ji qada cemawerî tê durxistin û di rolên zayenda civakî de tên sînorkirin û wiha domand: “Divê desthilatdarî daxwazên jinan li ber çavan bigire. Zêdeyî 40 sal e şer didome. Gelê Kurd bi salane ji bo nasname û zimanê xwe têdikoşe. Lêçûna vî şerê li Trikiyeyê zêde ye. Lê butçeya li şer tê xerckirin divê ji bo gelan bê xerckirin. Divê zemîneke şert û mercên jiyaneke bi rumet bê avakirin."
Di şer de zimanê çapemeniyê
Gulseren Gungordu di berdewamiya axaftina xwe de wiha domand: “Bi sala ye şerek tê meşandin. zimaneke ku şer gur dike heye. Hem desthilatdarî hem jî çapemenî zimanekî wisa bi kar tîne. Du cure çapemenî hene. Yek çapemeniya azad ya din jî çapemeniya muxalîf e. Ji bo aştiya civakî divê çapemeniya alîgir û hemû çapemeniyên din li zimanê xwe baldar bin. Dayik di vî şerî de zarokên xwe winda dikin.windabûna keda mezin ji vir dest pê dike. Dayik zarokên xwe mezin dikin û di şer de winda dikin. Bi polîtîkayên şer pêşeroja gel tunde dibe. Ew ciwan ne ji bo şer, divê ji bo tevlibûna hêza keda gel bijîn. Şer bi tena serê xwe ji bo jinan hilweşînek e. Jin şer naxwazin. Ya şer dixwaze zîhniyeta serdest ya mêr e.”
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Gulseren Gungordu axaftina xw ewiha bi daweî kir: “PKK’ê biryara feshê parve kir. Piştî vê divê desthilatdarî gavên şênber bavêje. Li Tirkiyeyê hîna gelek kedkarên çapemeniyê girtî ne. Gelek kes ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne. Girtiyên nexweş hene. Butçeya ji şer re tê veqetandin dibe sedema krîzek giran. Em jin û kedar aştiyê dixwazin. Divê dewlet demildest gavên şênber bavêje.”