Gulcan Kaçmaz Sagyîgît: Gavên divê bên avêtin diyar e

  • 09:05 17 Gulan 2025
  • Ramyarî
Rabîa Onver
 
WAN - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît der barê gavên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine avêtin de axivî û wiha got: “Berpirsyarî niha li ser dewlet û TBMM’ê ye. Tê payîn ku pêvajo di zemîna qanûnî, destûra bingehîn û hiqûqî de bê meşandin."
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di daxuyaniya di 9’ê Gulanê de da diyar kir ku  12’emîn kongreya xwe pêk anîne û biryara feshkirinê îlan kir. Li dijî vê hîna dewletê gavek erênî navêtiye.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sagyîgît ku di serdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt, der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Li Rojhilata Navîn û Cîhanê bi erênî hat pêşwazîkirin’
 
Gulcan Kaçmaz Sagyîgît da zanîn ku banga ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye, cara yekem neaniye ziman û bi salan e ji bo aştiyê di hewldanê de ye. Gulcan Kaçmaz Sagyîgît wiha dirêjî dayê: “Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîd giran de ye. 4 sal bû agahî jê nedihat girtin. Abdullah Ocalan tevî vê  îradeya aştiyê danî holê. Di 27’ê Sibatê de banga sedsalê kir û deng da. Ne tenê li Tirkiyeyê li Cîhanê deng da. Ev bang bi erênî hat pêşwazîkirin.”
 
‘Di hevdîtinan de hêvî da me’
 
Gulcan Kaçmaz Sagyîgît destnîşan kir ku piştî bangê PKK’ê jî agirbest îlan kiriye û şert û mercan zemînek ava kiriye û got: “Piştî banga Birêz Ocalan em bûn şahid ku gavên şênber hatin avêtin. PKK’ê gavên şênber avêt. Êdî dora Tirkiyeyê ye. Di vê nokteyê de Tirkiye girîng e. Divê gavên cidî û şênber bavêje. Me bi endamên heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayirdir re li Başûr serdanek pêk anî. Di hevdîtinan de hêvî hebûn.”
 
‘Başûr erênî dibîne’
 
Gulcan Kaçmaz Sagyîgît balkişand ser pêvajoyê û wiha got: “Pêvajoya tê jiyîn wê bandorê li sê parçeyên din ên Kurdistanê bike. Banga Abdullah Ocalan li cîhanê erênî tê dîtin û bi hêvî tê pêşwazîkirin. Berpirsyariyên Tirkiyeyê hene. Me li Rojava jî serdan pêk anî. Em tevli konferansa neteweyî bûn. Ji bo jiyaneke hevpar banga têkoşîna yekbûnî hat kirin. Li Başûr jî nêzîkatiya erênî derket pêş. Pêvajoyê erênî dibînin.”
 
‘Nexşerêya gavên bên avêtin diyar e’
 
Gulcan Kaçmaz Sagyîgît wiha domand: “Bi bangê re gelek gav hatin avêtin. Agirbest hat îlankirin. Lê hîna êrîş didomin. Tevî êrîşan agirbestê berdewam kir. PKK’ê kongreya xwe pêk anî û biryara feshê girt. Nexşerêya gavên bên avêtin diyar in. Ewil divê şert û mercên Birêz Ocalan pêk bên. Divê tecrîd bê rakirin. Divê Birêz Ocalan bi nivîskar, akademîsyen, siyastmedar û rêxistinên civaka sivîl re bê gel hev. Divê dewlet demildest gavên şênber bavêje. Di ser hezar û 400’î de girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê ji bo dermankirina wan bên tahliyekirin.”
 
‘Berpirsyarî ya dewletê ye’
 
Gulcan Kaçmaz Sagyîgît destnîşan kir ku dema her kes berpirsyariya xwe bîne cih wê avakirina komara demokratîk û aştiyê jî bi rehetî pêk bê û wiha dawî lê anî: “Berpirsyariya esas li ser dewletê, li ser TBMM’ê ye. Birêz Ocalan jî navnîşan TBMM nîşan da. Divê hemû alî piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê her kes tevli têkoşînê bibe û berpirsiyariya xwe bîne cih. Dîrok tê nivîsîn, ev dîrok ji aliyê Kurdan ve tê nivîsin û têkoşîna wan tê nivîsin.”