Tişrîn: Gel û şervan bûn navê berxwedanê

  • 09:06 11 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
Derya Ren
 
RIHA - Rojnameger Leyla Ebdî ku berxwedana Tişrînê ya 118’an bi serkeftinê encam bû şopand, wiha got: “Berxwedaneke gel û şervanan bi hev re meşand ya ku mînaka wê li cîhanê nehatibû dîtinê bû. Tişrîn bi vê berxwedanê diyariyê me kirin.”
 
Berxwedana Tişrînê ya di 8’ê Çileyê de li dijî êrîşên li hember Tişrînê, dest pê kir, 118 rojan berdewam kir û piştî daxuyaniya ji aliyê Rêveberiya Xweser hat kirin di 5’ê Gulanê de bi dawî bû. Rojnameger Leyla Ebdî  ku li herêmê berxwedan ji nêz ve dişopand der barê mijarê de axivî.
 
Îradeya gel
 
Leyla Ebdî der barê berxwedanê de axivî û got: “Li dijî êrîşên çeteyan şervanên YPJ-QSD'ê berxwedanek mezin dan. Ligel êrîşan êrîşên Tirkiyeyê yên SÎHA’yan hebûn.Tevî hemû êrîşan şervanan berxwedanek mezin nîşan dan. Nehiştin çete gavekê bavêjin. Dema berxwedana şervanan didomiya gel jî piştgirî danê û nobet dan destpêkirin. Her kes tevli bûn. Li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina bendavê, bûn yek.” 
 
‘Em ji mirinê natirsin’
 
Leyla Ebdî wiha vegot: “Berxwedaneke gel û şervanan a li cîhanê nehatiye dîtin hat jiyîn. Gelê Tişrînê ligel şervanan cih girt û xwe kirin mertal. Gotin ‘em ji mirinê natirsin.’Her çiqas şehîd û birîndar hebûn jî gel nobeta xwe girtin. Berxwedanê 118 rojan berdewam kir. Gelek tişt hatin jiyîn. Em bi gelek mînakên welatparêzî, hêvî û berxwedanê re hatin rû hev. Tiştên wisa hatin jiyîn ji fîlm û romanan re dibû mijar. Gel bi govend û tililiyan bersiv didan êrîşan.”
 
‘Tişrîn diyarî kirin’
 
Leyla Ebdî  got serkeftina berxwedana Tişrînê bi saya kesên jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye û wiha dirêjî dayê: “Îradeya hat nîşandan bersivek mezin a li dijî dagirkeran bû. Gel ev nîşan da çi dibe bila bibe wê dest ji têkoşînê bernedin. Gelek şehîd hatin dayîn. Yên çepameniyê  jî di nav de. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî li wir bûn. Şehîdan Tişrîn diyariyê me kirin. Tişrîn di alî erdnîgariyê de cihekî girîng e. Ji ber wê êrîş dikirin. Berxwedana Tişrînê diyariyê şehîdan hat kirin. Bi pêşengiya jinan berxwedana Tişrînê gihişt serkeftinê.”