'Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin'

  • 09:03 11 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Lîstikvan Şebnem Sonmez da zanîn ku divê demildest aştî pêk bê û got: “Aştî rojeva hunerê ye. Ji ber rojeva jiyanê ev e. Jiyan tunebe huner jî tuneye. Aştiyê nekin alava siyasetê.”
 
Lîstikvan Şebnem Sonmez der barê pêvajoya aştiyê ya niha tê nîqaşkirinê de ji ajansa me re nirxandin kir û got divê demildest aştî pêk bê.
 
‘Hema niha aştî’
 
Şebnem Sonmez da zanîn ku divê aştî demildest pêk bê û gel bên gel hev û aştiyê pêk bînin. Şebnem Sonmez wiha bi lêv kir: “Çi ji destê me bê divê em bikin. Desthilatdarî her tim ji bo beka xwe tevdigere.Di pêvajoya ku binpêkirinên mafan gihiştine asta herî jor, divê her kes bê gel hev û ev gelek girînge. Divê aştî demildest bê avakirin.”
 
‘Wek mirov peywir dikeve ser me’
 
Şebnem Sonmez destnîşan kir ku der barê rola ku dikeve ser milê hunermendan jî axivî û got: “Em wek mirov ji hev cuda nayên fikirin. Ne wek hunermend wek mirov divê em peywirên xwe bînin cih. Ne tenê wek hunermend û hunerê divê em wek mirov peywira xwe bînin cih. Ez wisa hîs dikim û wida daxwaz difikirim.”
 
‘Hêviya xwe têk nebin’
 
Şebnem Sonmez bi lêv ki rku zextên li hember hunermend ûhunerê pêşî i aştiyê digire û wiha axivî: “Zext pir zêde ne. Lê li dijî vê hêza me jî heye.  Her tişt ne çapemeniya civakiye. Her tişt ne ser ekranan e. Li kolanan tiştên rast dibin. Yên nayên dîtin jî hene. Bila hêvî neyên birîn. Aştî rojeva hunerê ye. Ji ber rojeva jiyanê ev e. Jiyan tunebe huner jî tuneye. Aştiyê nekin alava siyasetê. Ger ku em ligel hev cih bigirin û bawer bikin, em ê xurt bibin. Bi vî awayî em xurt in, baş in û bedew in.”