Bi minasebeta Roja Dayikan Çalakiyek hat lidarxistin
- 14:33 9 Gulan 2025
- Rojane
AMED -Şaredariya Bajarê Mezin Amedê û Yenîşehirê bi minasebeta Roja Dayikan ji bo zarok û dayikên li Kreş û Mala Lênêrîna Bi roj ya Zarokistan a 450 Malan çalakiyeke geşt û gerê li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya naveçya Yenîşerê ya Amedê bi minasebet Roja Dayikan ji bo zarokên ku perwerdehiya beriya dibistanê dibînin û dayikên wan çalakiyek pêk anî. Çalakiya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daireya Xizmetên Civakî ve hatiye organîzekirin, li Qada Şînkatiyê ya li navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin.
Zarokên ku li Kreş û Mala Lênêrîna Bi Roj ya Zarokistan a 450 Malan perwerdehiyê dibînin, bi dayikên xwe re bi alavên veguhestinê anîn qadê. Di çalakiyê de, malbat û zarokan bi hev re taştê xwarin, piştre bi lîstik û çalakiyên curbecur demeke xweş derbas kirin.
Zarok û weliyên ku Roja Dayikan bi hev re pîroz kirin, ji bo vê çalakiyê spasiyên xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Yenîşehîr
Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê bi minasebeta Roja Dayikan bi tevlîbûna Dayikên Aşitiyê û gelek jinan bernameyek li dar xist. Şaredar Safiye Akdag, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek jin beşdar bûn. Di bernmeyê de Hevşaredar Safiya Akdag axivî û got, “Bila mirin li ser mirinê zêde nebe. Em dixwazin di welatekî azad de bijîn.”
‘Bila bang bibe wesîleya ku êşa dayikan kêm bibe'
Di çalakiyê de Safiye Akdag destnîşan kir ku ew bi minasebeta Roja Dayikan hatine gel hev û roja hemû dayik û jinan pîroz kir. Safiye, bal kişand ser “Banga dîrokî” û wiha got: “Beriya çend mehan hêviyekê hat avakirin. Em dixwazin ev bang bibe wesîleya ku êşa dayikan kêm bibe. Bila mirin li ser mirinê zêde nebe. Bila ev bi dawî bibe. Di şexsê dayikan de roja hemû jinan pîroz dikim. Em dixwazin di demên pêş de vê rojê bi coş û kelecan pêşwazî bikin. Em dixwazin li vî welatî şer bi dawî bibe. Em dixwazin di welatekê azad de bijîn.”
Piştî axaftinê ji jinan re diyarî hat dayîn.