Serdanên ji bo pêşangeha pirtûkan didomin

  • 16:12 1 Cotmeh 2026
  • Çand û Huner
AMED - Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10'emîn di roja 6'emîn de berdewam dike. Hate diyarkirin ku di pêşengehê de ji bo pirtûkên çîrokên zarokan û perwerdehiyê yên Kurdî û ferhengên Kurdî eleqeyeke zêde heye. 
 
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10'emîn ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAP'ê ve li Navenda Fûar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 6emîn de berdewam dike. Di pêşengehê de eleqeya xwendekarên dibistanan didome. Ji çar aliyên Amedê xwendekar serdana pêşengehê dikin.
 
Weşanxaneyên ku 6 roj in di pêşengehê de cih digirin diyar kirin ku ji ber pirtûk biha ne pirtûkhez nikarin pirtûkan bistînin.Weşanxaneyên Kurdî jî dane zanîn ku eleqeyeke mezin ji bo pirtûkên çîrokên zarokan, ferhengên Kurdî, pirtûka perwerdeya zimanê Kurdî “Hînkerê” heye. Her wiha pirtûkên lêkolînê, pirtûkên têkildarî bîrdoziya Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bala xwîneran dikişînin û têne standin. Pirtûkhez bala xwe didin ser pirtûkên ku behsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî dikin.
 
Pêşengeha ku bi serdanên girseyî didome dê di 4'ê Cotmehê de bi dawî bibe.