Li Hesekê kampanyaya xweparastina ji penceşêra memikan dest pê kir
- 14:04 1 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendetiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hesekê bi armanca pêşxistina hişyariya têkildarî penceşêra memikan û girîngiya naskirina nexweşiyê di demeke nêz de dest bi çalakiyên kampanyaya vê mehê kir.
Gerînendetiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hesekê têkildarî meha Cotmehê ya xweparastin û pêşîgirtina li ber penceşêra memikan kampanya dest pê kir, kampanya bi çalakiyekê li Hola Gerînendetiyê ya li bajarê Hesekê hat ragihandin.
Di çalakiyê de Gerînendeyê Tenduristiyê yê Parêzgeha Hesekê Xalid El Xalid axivî û da zanîn ku naskirina di demeke nêz a penceşêra memikan cudahiyeke mezin dide û dihêle ku dermankirin hêsan be, hişmendiya keşifkirin û dermankirinê gava yekemîn a xweparastinê ye.
Dê kampanya mehekê (heta Mijdarê) bidome, di çarçoveya kampanyayê de wê yekîneyên cuda û navendên tenduristiyê, karmendên tibî û hemşîrî xebatê bidin meşandin, peyamên tenduristiyê bighînin piraniya jinan.
Meha Cotmehê seranserî cîhanê, ji sala 2006'an ve di dema derketina kampanyaya yekemîn, bi meha penceşêra memikan hatiye binavkirin. Ew salane weke kampanyayeke cîhanî ji îro ango 1'ê Cotmehê heta 30`ê Cotmehê didome.







