Li Wanê kargeha 'Çar ji çar, hunera jinan'
- 16:32 2 Kanûn 2023
 - Çand û Huner
 
	WAN - Di çarçoveya projeya "Çar ji çar, hunera jinan" de jinan hunera Kolajê nîqaş kirin. 
	Bi hevkariya ŞanoWan, Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryen û Komeleya Jinan STAR'ê, di çarçoveya projeya "Çar ji çar, hunera jinan" de li Wanê kargehek hat destpêkirin û dê 3 rojan bidome. 
	Di roja yekem de ji hêla Neşe Toprak ve hunera Kolajê hat nîqaşkirin. Di kargehê de Neşe bal kişand ser girîngiya hunerê. Piştî pirs û bersivan kargeh îro hat bi dawîkirin. 

				
				
				
				
				





