Li Şehbayê pêşangeha wêneyan
- 15:11 18 Mijdar 2023
 - Çand û Huner
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Hîlala Zêrîna a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Şoreşa jinan bi hunerê geş dibe" pêşangeheke wêneyan li parka Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xist.
	Hîlala Zêrîna a kantona Efrîn û Şehbayê pêşangeheke wêneyan li dar xist. Wêneyên pêşangehê li ser berxwedana jinan a li çiyayên Kurdistanê, berxwedana YPJ'ê û jinan ne.
	Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û koçberên Efrîn û niştecihên Şehbayê serdana pêşangehê kir.
	Di pêşangehê de 32 tablo hatine pêşandan. 11 tabloyên hunermendên li Helebê û yên din jî berhemên hunermendên li herêmê ne.
	Endama Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê Şêrîn Reşîd têkildarî pêşangehê axivî. Şêrîn bal kişand ser berxwedana jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Ev berxwedan bi saya Rêber Abdullah Ocalan gihaştiye vê astê. Bi saya ramanên Rêber Apo jin di qadên siyasî, leşkerî, hunerî û perwerdeyê de ne. Ji ber vê jî divê em xwedî li nirxên jinên xwedawend derkevin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin."

				
				
				
				
				





