ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 24 Ekim 2026
- Rojev
* Nurcan Akpîrînç a tundiya sîstematîk lê hat kirin, çar meh berê bi guman jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Pinar Akpîrînç wiha got: “Miroveke ku zewaceke wê ya baş û aram hebe peyama ‘Cemîle min dikuje’ navêje. Tundî didît. Hat tehîdkirin. 4 meh in hevjîn, xezûr, xesû û her kes li derve digerin.” DÎMEN HEYE
* Parlametnera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê girîng e û got: “Divê Abdullah Ocalan demildest bi lijneyê re bê gel hev. Divê dest bi xebatan bê kirin û tecrîd bê rakirin.” DÎMEN HEYE
* Jinan diyar kirin ku ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û gavên şênber bên avêtin.DÎMEN HEYE
* Welatiyên taxa Alîpaşa a Sûr a Amedê ku nav xizanî, bêewlebûn û betaliyê de dijîn, wiha dibêjin: “Kes rewşa xizanan nizane. Jiyana aliyekî luks a aliyekî jî xizane. Em wekheviyê dixwazin. Bila ji bo ciwan û jinan derfetên kar hebin. Ciwan betal dimînin û ber bi rizandinê ve diçin.” BI DÎMEN







