'Me bi têkoşînê Kobanê rizgar kir'

  • 09:03 20 Temmuz 2026
  • Rojane
   
Jiyan Gencan
 
KOBANÊ - Helîme Osman a gaziyek ji şoreşa 19’ê Tîrmehê ye diyar kir ku ew bi têkoşîna xwe bi ser ketin û wiha got:"Kobanê bi berxwedanek mezin ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Me gelek şehîd û gazî dan ez jî yek ji gaziyek şoreşê me lê rûxmê ku min perçeyek ji canê xwe daye lê ez hîn jî dibêjim min li hemberî Serok Apo û şehîdan tiştek nekiriye. Ez deyndarê wan im.”
 
Helîme Osman ku yek ji gaziya şer e, li ser şoreşa 19’ê Tîrmehê, şerê Kobanê û gazîbûna xwe ji ajansa me re axivî. Helîme Osman da zanîn ku Kobanê di hemû waran de li berxwe da û wiha got:"Her kes ji bo parastina bajar di nava şer de kar dikirin. Di nava şer de jinan ji şervanan re xwarin çêdikirin û dişandin ji cepha re. YPJ û YPG’ê  di cepheyên pêş de şer dikirin û gund bi gund Kobanê hat rizgarkirin. Zarokên Kobanê berxwedanek mezin kirin.”
 
Helîma Osman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew dayika 5 zarokan e û wê di nava şerê Kobanê de cihê xwe girtiye û wiha behsa xwe û şerê Kobanê kir: “ Dema şoreşa Rojava destpêkir min jî cihê xwe di nava şer û xebatan de girt. Xewn û xeyalê min bû ku rojekê rahêlim çekê û li hemberî dijmin şer bikim. Min digot ez ê bibim xwedî welat, ax, maf û ziman. Wekî jineke kurd min jî cihê xwe di nava wê şoreşê de girt. Min bi xwe di nava şerê Kobanê de jî cihê xwe girt. Rejîma Baasê di destpêkê de ji Kobanê hat derxistin. Di 19’ê Tîrmehê de Rejîm ji Kobanê hat paqijkirin. Di 20’ê Tîrmehê de êdî me destpê kir. Şerê yekem li Girê Spî destpê kir, wê demê şerê bi Cebhet al-Nusra bû. Di wê demê de tecrubeya me ya şer zêde nîn bû, me cara yekem di nava bajaran de  şer dikir. Me rêxistina xwe ya leşkerî û civakî ava kir. Pîştî wê êrîşên hovane li ser Kobanê de hat, derfetê me nîn bû, çekên me yên giran nînbû tênê çekên me yên kilêş hebû me bi kilêşa li berxwe da. Di Kobanê de roj bi roj şer giran bû.”
 
'Kobanê di hemû waran de li berxwe da'
 
Helîma Osman anî ziman ku dema ku şerê Kobanê destpê kir hemû gel ji bo parastina Kobanê çek rakirin û tevlî nava şer bûn û wiha behsa wan rojan kir: “Dema di bajarê Kobanê de şer destpê kir hemû gel bûn leşker ji bo parastina bajar çek rakirin. Êdî dema şerê Gelê Şoreşgerî destpê kir. Mirovên temenmezin û yên biçûk ku karîbûn çekê rakin, tevlî nava şer bûn. Kobanê ne tenê şer kir di hemû waran de li berxwe da. Her kes ji bo parastina bajar di nava şer de kar dikirin. Di nava şer de jinan ji şervanan re xwarin çêdikirin û dişandin ji cepha re. YPJ û YPG’ê  di cepheyên pêş de şer dikirin û gund bi gund Kobanê hat rizgarkirin. Zarokên Kobanê berxwedanek mezin kirin.”
 
'Şerê li dijî DAÎŞ’ê, şerekî giran bû'
 
Helîma Osman anî ziman ku şerê li dijî DAÎŞ’ê yê 2014’an de şerekî giran bû û wiha got:"Di 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, wê demê riya di navbera Kobanê û herêma Cizîrê de hat girtin. Di her çar milan da rê hatin girtin û Kobanê di nava çemberê de ma. Kobanê wekî xelekek di nava dijmin de ma, çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên xwe yên herî giran bi tanq û topan êrîş anî ser Kobanê. Şerêkî gelekî giran hat meşandin. Rûxmî ku tiştekî me nîn bû li hemberî DAÎŞ’ê me li berxwe da. Di şerê Kobanê de koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê jî hat ku bi balafiran êrîşî DAÎŞ’ê bike û bide sekinandin, lê koalîsyonê jî tiştek nekir û tenê balafirên xwe li cihê vala dixist. Çete roj bi roj pê de dihatin, lê berxwedanek mezin li dijî DAÎŞ'ê hat meşandin.”
 
'Dewleta Tirk, alîkariya DAÎŞ’ê dikir'
 
Helîma Osman diyar kir ku dewleta Tirk bi xwe hevkarê DAÎŞ’ê ye û di şerê Kobanê de jî dewleta Tirk bi xwe destek dida çeteyan û wiha got: “ Arîn Mîrkan û Rêwan ên çalakiya fedaî kirin, digotin 'Em rê nadin ku çete têkevin Kobanê. Digotin Kobanê dilê Kurdistanê ye, em ê tu caran Kobanê bernedin.' Wê demê şerekî giran di ser Kobanê de hat. Dewleta Tirk bi xwe hevkarê çeteyên DAÎŞ’ê bû. Alîkariya DAÎŞ’ê dikir, tirkan di derî de û di gundên Kobanê de çete derbas dikirin. Şer li Kobanê giran bû, di her çar aliye Kobanê de şer hebû. YPG û YPJ'ê tenê şerê DAÎŞ’ê nedikirin, şerê NATO'yê dikirin, ji ber ku hemû dewlet destê wan di wî şerî de hebû. Dema ku li Kobanê şer giran bû koalîsyon hat ku bi balafiran li çeteyan bidin lê wan jî kêm kir. Bi berxwedana YPG û YPJ’ê Kobanê ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Jinan bi tilîliyên xwe dijmin şikandin. Çete ji jinan ditirsiyan. Di nava şer de digotin 'Bila em bi destê jinan nemirin, ji ber ku em nikarin biçin bihuştê.' Bi hêza YPG û YPJ’ê çete hatin têkbirin. Me bi kilêşan şer kir û Kobanê rizgar kir. Her roj Erdogan derdiket û digot Kobanê ket, lê Kobanê li berxwe da û bi ser ket.”
 
'Ez deyndarê şehîdan im'
 
Helîma Osman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew gazî ye lê dikare ji bo welatê xwe şer bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min cihê xwe di hemû cepheyên şer de girt, min li Kobanê jî şer kir. Min her tim digot ku heya dilopek xwîna min hebe ez ê xebatê bidim meşandin. Min her tim digot ez ê xwedî li maf, ziman û çanda xwe derkevim. Di sala 2024’an de dewleta tirk bi balafirên xwe yên keşfê li min xist û min lingekî xwe û destekî xwe winda kir. Rûxmê ku min perçeyek ji canê xwe daye lê ez hîn jî dibêjin min li hemberî Serok Apo û şehîdan tiştek nekiriye. Ez çiqas kar bikim jî ez deyndarê şehîdan im, deynadarê Serok Apo me. Ez hîn jî dikarim şer bikim, têkoşîn bikim û li berxwe bidim û axa xwe welatê xwe biparêzim.