Xelkên Girkê Legê û Amûdê ji bo piştgriya YPJ'ê daketin kolanan
- 14:25 12 Gulane 2026
- NAROJANE
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Girkê Legê û Amûdê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 2 meşên girseyî hatin lidarxistin.
Kongra Star li bajarê Girkê Legê ji bo piştgiriya YPJ'ê meşek li dar xist û bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û şervanên YPJ`ê beşdar bûn.
Meşê li Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Beşdaran dirûşmên ku berxwedan û têkoşîna jinan silav dikin, qîr kirin.
Meş li bazara bajêr veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Kongra Star Zilfa Bedro axivî û bal kişand ser girîngiya rola YPJ`ê di parastina herêmê û avakirina nirxên azadî û wekheviyê de. Zilfayê her wiha diyar kir ku naskirina fermî ya YPJ`ê tê wateya naskirina qurbaniyên bi hezaran jinên ku herêm li dijî êrişan parastin.
Amûdê
Kongra Star li bajarê Amûdê jî meşek ji bo piştgiriya YPJ'ê li dar xist ku bi sedan şênî û endamên saziyan beşdar bûn.
Meşê ji Çarxerêya Jina Azad dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve çû, beşdaran dirûşmên "Bijî Yekîneyên Parastina Jin" û "Em hemû YPJ ne" qîr kirin û her wiha pankartên "Yekîneyên Parastina Jin hebûna me ne" hilgirtin.
Li navenda bajêr, piştî rêzgirtinê endama Kongra Star Civîn Hebîb axivî û behsa rola YPJ`ê di parastina jinan û mafên wan û parastina herêmê de kir. Civînê her wiha bal kişand ser rola şervanên jin di bidestxistina destkeftiyên şoreşê de û ji bo parastina van destkeftiyan banga berdeweamkirina têkoşînê kir.
Herdu meş bi dirûşmên ku berxwedana YPJ'ê silav dikin, bi dawî bûn.
