Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 09:49 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 190’an a Kovara Jinê bi berga ‘Zimanê hevpar ê tundî, kedxwarî û şer’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
 
Hejmara 190’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘Zimanê hevpar ê tundî, kedxwarî û şer’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
 
Kovara Jin di hejmara xwe ya 190’emîn de balê dikişîne li ser pergala serdest a mêr çawa jiyana jinan digire nav xwe û hêza avaker a têkoşîna jinan li dijî vê pergalê.
 
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
 
Krîz û ji nû ve avakirina mêraniyê / Dorşîn Gok
 
Mêrê herî nêzikê jinê / Çigdem Goksoy
 
Mekanîzma û pergalên ku tundiya mêran di kapîtalîzma baviksalarî de rewa dikin / Ozgul Sakî
 
Jinên xîzan di sala malbatê de / Burçak Sel
 
Têkoşîna jinên Kurd li benda aştiyê nîne, ava dike / Başak Saridal