Leşkeran êrîşî goristana li Gabarê kir
- 13:54 1 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - "Goristana Şehîd Binevş" a li Gabarê ji aliyê leşkeran ve hat texrîbkirin û kêlikên goran hatin şikandin.
"Goristana Şehîd Binevş" a li gundê Basret a ê Şirnexê li yê Çiyayê Gabarê ji aliyê leşkeran ve hat xerakirin. Hat dîtin ku kêlikên goran hatine şikandin. Li gor dîmenên bidestketî, tê dîtin ku gelek kêlikên goran hatine şikandin.
Goristan di navbera 2010-2014'an de hatiye avakirin. Li herêmê gelek endamên PKK'ê ên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, li vir hatibûn definkirin. Goristan ewilî di sala 2015'an de bi êrişan re rû bi rû mabû. Wê demê hem ji hewayê hem ji bejahiyê ve hatibû bombekirin.
Malbatên bi êrişê hesiyan bertek nîşandan.







