Ji bo ‘mafê hêviyê’kampanyaya îmzeyan
- 18:02 4 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek aktîvîst bi daxwaza naskirina “mafê hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan a serxel da destpêkirin.
Komeke aktîvîstbi daxwaza pêkanîna biryara “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Change.org kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Di metna kampanyayê de ku bi zaravayên Kurmancî û Soranî, her wiha zimanên Farisî û Îngilîzî hat weşandin de, hate diyarkirin ku “mafê hêviyê” mafekî bingehîn e ku di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de hatiye mîsogerkirin û hate gotin ku ev maf mafê serdanê, têkilî danînê û jiyana di şert û mercên guncaw a rûmeta mirovahiyê de dihewîne.
Divê tecrîd bidawî be
Di kampanyayê de, di serî de bang li Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî hat kirin ku dawî li tecrîdê bê anîn, hevdîtinên malbat û parêzeran birêkûpek were kirin û şert û mercên tenduristî û jiyanê were mîsogerkirin û “mafê hêviyê” bê pêkanîn.







