Ji Komîsyona Jinan a KNK’ê derbar qirkirinê de daxuyanî

  • 13:34 1 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Komîsyona Jinan a KNK’ê şehîdên Qirkirina Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî û got, hem ji bo Êzidî bikarin xwe biparêzin, hem jî çand û baweriya xwe bi rengekî azad bijîn, divê êdî Şengal bibe herêmek xweser.
 
Komîsyona Jinan a KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’an a Fermana Şengalê ev daxuyanî da:
 
“Di salvegera 12’emîn a jenosîda Şengalê de, em li ber bîranîna hemû kesên ku me winda kirine, bejna xwe ditewînin.
 
Li Şengalê 3’yê Tebaxa 2014’an di heman demê de du komkujî pêk hatin. Yek jê ji bo îmhakirina fîzîkî ya Ezîdiyan bû, ya din jî komkujiyeke çandî bi rêya feminizid bû ku li ser jinên Ezîdî pek hat. Ji ber ku yên ku hilgirên çand û nasnameya resen ya Êzidiyatiyê, jin bûn. Armanc ne tenê îmhakirina fîzîkî ya Êzidiyan bû, lê belê ji holê rakirina wan a bi temamî ji ser rûyê erdê bû.
 
Bi berxwedana xwe ya bi hezaran salan, jinên Êzidî weke hilgirên çand û nasnameyê cewherê eslî yê nasnameya Kurdî li ser piya hilgirtine. Ji ber vê sedemê jinên Êzidî rastî êrîşên herî hovane yên sedsalê hatin. Jinên Êzidî hatin revandin, rastî destdirêjiyê hatin, êşkence li wan hate kirin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi hezaran jin hîn jî winda ne.
 
Jenosîda 3’yê Tebaxa 2014’an di bin maskeyê DAÎŞ’ê de pêk hat. Di van çend rojên dawî de, di bin maskeyê pevçûna Şîe-Sunî de li derdora Şengalê metirsiyek heye. Lê di esas de ev rageşî di çarçoveya armancên stratejîk ên nû de ji bo bidestxistina kontrola herêmê ye.
 
Şengal, ku bi sedsalan e ji bo Êzidîyan cihekî pîroz e, dikeve nav herêmeke sînorî ya ji aliyê erdnîgarî ve girîng e. Ew cihek e ku Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide. Şengal her wiha dikeve nav parêzgeha Mûsilê ku gelek caran bûye cihê pevçûnên desthilatdarên Tirk, Ereb û Fars. Mûsil her wiha herêmeke ku di bin çavdêriya hêzên cîhanî de ye jî.
 
Îro, Êzidxan careke din di navbera şerê hêzên cîhanî û herêmî de ye.
 
Weke din, ji bilî pêşkêşkirina alîkariya mirovî, ti hikûmet û parlamenên ku jenosîd nas kiribûn, ti tedbîrên siyasî negirtin da ku pêşerojeke ewle ji bo Êzidiyan mîsoger bikin.
 
Lê belê, daxwaza ku ji aliyê rêxistinên jinan û civaka sivîl ve li Ezidxanê dihat kirin, di çarçoveya yasayî ya Iraqê de dayîna statuya otonom bû.
 
Ji bo mîsogerkirina dadmendiyê li Şengalê, pêwîst e ku jinên Êzidî yên winda bên dîtin û cezayên tawanan li wan kesên ku komkujî teşwîq kirine û pêk anîne, bên birîn.
 
Her çend naskirina jenosîda li dijî Êzidiyan pêşketineke erênî be jî, mixabin heta niha di pratîkê de gefên li ser serê Êzidiyan ji holê nehatiye rakirin. Divê hikûmet û parlamenên ku jenosîd nas kirine, bi rêya hikûmeta Iraqê, di warê handana dîplomatîk û siyasî de jî rolekê bilîzin, da ku mîsoger bikin ku xweserî ji Êzidiyên li Şengalê re were dayîn, da ku ew karibin xwe biparêzin.
 
Êdî divê Şengal bibe herêmeke xweser, da ku Êzidî bikaribin hem xwe biparêzin û hem jî bi azadî bawerî û çanda xwe bi cih bînin.
 
Êdî divê Şengal bibe herêmeke xweser da ku jinên Êzidî bikaribin bê tirs û azad bijîn.”