Dema xebata meclise hat dirêjkirin

  • 11:03 29 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQAERE -Meclisa Tirkiyeyê dema batlaneyê dirêj kir û dê heta 6’ê Tebaxê kar bike.
 
Batlaneya Meclisa Tirkiyeyê careke din hat dirêjkirin. Diviyabû Meclis di 1ê Tîrmehê de dest bi betlaneyê bikira lê ji ber pêvajoyê dema karkirina xwe careke din dirêj kir û dê di 6’ê Tebaxê de dest bi batalaneyê bike. Meclisê duh bi pêşniyara AKPê di Desteya Giştî de biryar girt ku xebatên xwe heta 6’ê Tebaxê bidomîne.
 
Meclis dê ji bo rojevên weke, guherandina qanûna perwerdehiya bilind, qanûna parastina zarokan, peymanên navneteweyî û qanûna çarçoveyî xebatên xwe bidomîne.