Li Silopiyê qeza:2 jinan jiyana xwe ji dest dan

  • 20:24 25 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
ŞIRNEX – Li bajaroka Bêspîn a Sîlopiyê di qezaya trafîkê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li navçeya Bêspîn a Sîlopiya Şirnexê di encama qezaya trafîkê de du jinan jiyana xwe ji dest dan. 5 kesênbirîndar bibûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.
 
Ji birîndaran Gulsum Usgudar (43) û Tugba Kervan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Gulsum usgudar û Tugba Kervan ji bo definikrinê şandin bajroka Dundarli ya Nîgdeyê.
 
Dermankirina A.G, M.K û E.U jî li nexweşxaneyê didome.