ÎHD'a Stenbolê: Divê Şefîka Kandar bê berdan

  • 15:05 9 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê di hefteya 737'emîn a çalakiya Rûniştina F'yê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şefîka Kandar a 66 salî û xwest were berdan. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîl Çelîk û bang hate kirin ku tavilê were berdan.
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” di hefteya 737emîn de li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Hevserokên Giştî yên ÎHDê Cîhan Aydin û Oya Ersoy, Rêvebera Desteya Navendî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, malbata girtiyên nexweş û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiya nexweş Şefîka Kandar a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin daxuyanî hate dayîn.
 
Di daxuyaniyê de pankertên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiya Şefîka Kandar a nexweş bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê endama ÎHD'a Stenbolê Mukaddes Şamîloglû ve hate xwendin.
 
‘Şefîka Kandar her roj di bin talukeya krîza dil de dijî’
 
Mukaddes Şamîloglû diyar kir ku girtîgeh îro gelemperî bi mijara binpêkirina mafên mirovan tên rojevê û wiha got: “Miameleya nebaş, tundî û astengiyên ragihandin, tenduristî di raporên navteweyî de jî cih digire. Ev tevahî pirsgirêk ne tenê bandor dide jiyana girtiyan bandorî jiyana malbata girtiyan jî dike. Baweriya gel a edaletê li dî pergalê jî qels dike. Em di hefteya 737'emîn de rewşa Şefîka Kandar a ku hê jî di Girtîgeha Jinan a Amedê de tê ragirtin bi raya giştî re parve dikin. Şefîka Kandar 66 salî ye û nexweşiya dil, tansiyon, farenjit, guatr û astimê pê re heye. Şefîka Kandar her roj di bin talukeya krîza dil de dijî. Li gorî agahiya malbatê di 6 salên dawî de rewşa Şefîka xirabir bûye. Şefîka Kandar bi alikariya hevalên xwe yên girtî pêdiwiyên xwe bi cih tîne. Rewşa Şefîka Kandar berî 6 mehan giran bû, wê rakirin nexweşxaneyê û anjiyo bû. Berî du mehan jî dema bi malbata xwe re diaxivû krîza dil lê da. Lê tevî vê yekê jî nehat berdan. Malbata Kandar û parêzeran di sala 2025an de serî li Saziya Tipa Edlî da. Lê tevî nexweşiyên wê jî Saziya Tipa Edli biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Em di çalakiya xwe ya hefteya 737'emîn de bang dikin ku di şexsê girtiya nexweş Şefîka Kandar de divê girtiyên nexweş hemû werin berdan.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.