Darvekirin û îşkencekirina girtiyên siyasî hate şermezarkirin
- 14:11 28 Nîsan 2026
- Rojane
NAVÊNA NÛÇEYAN - Pêngava ‘Sêşemên na ji darvekirinê re’ bi daxuyaniyekê êşkencekirin û darvekirina girtiyên siyasî û girtiyên xwepêşandanên Îranê şermezar kir û hate gotin; “Siyaseta windakirina bi darê zorê ya ji aliyê hikûmetê ve, sucek li dijî mirovahiyê ye.”
Pêngava “Sêşemên na ji darvekirinê re’ ku li dijî cezayê darvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê birêvebirin, di hefteya xwe ya 118’an de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Pêngava ‘Sêşemên na ji darvekirinê re’ di hefteya xwe ya 118’an de, hevxemiya xwe ji bo malbatên girtiyên ku herî dawî hatine darvekirin nîşan dide û silav li wan kesan dike yên ku di rêya azadî û wekheviyê de canê xwe ji dest dane.
Hefteya borî sê girtiyên siyasî yên xwepêşandana dawî ya gelên Îranê ên bi navên Emîr Elî Mîrceferî (xelkê Tehranê), Îrfan Kiyanî (xelkê Esfehanê) û Amir Remêş (xelkê Sîstan û Belûçistanê), bi pêvajoyek neadilane ya dadwerî hatin darvekirin. Cenazeyên wan girtiyan radestî malbatên wan nehatin kirin, siyaseta windakirina bi darê zorê ji aliyê hikûmetê ve suceek li dijî mirovahiyê ye.
Girtiyên siyasî û girtiyên dawî di girtîgehên cuda de bi awayekî hovane tên êşkencekirin û bêrêzî bi wan tê kirin. Her wiha rûbirûyî êşkenceya derûnî û gotinên nexweş dibin û rûmeta wan tê binpêkirin.
Em agahdarin ku bi fermana berpirsên bilind ên dîktatoriya olî ya desthilatdar û li ser bingeha şer, pergala dadwerî hatiye azadkirin da ku mafên wan kesên di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine girtin zêdetir binpê bike. Ev jî tê wateya piştguhxistina hemû mafên wan ên yasayî û dayîna cezayên giran bêyî dadgehkirineke adil.
Hikûmeta ne rewa ya ‘Wilayeta Feqîh’ ji tirsa serhildan û nerazîbûnên gel, bi dagirkirina kolanên bajaran û afirandina terorê di nava civakê de, her wiha bi darvekirina rojane ya li girtîgehan, nîşan da ku dijminê xwe yê sereke gel dibîne, ne tu welatekî biyanî. Ji ber wê pir girînge ku di van rojên çarenûssaz de gelê azadîxwaz ê Îranê û hemû têkoşer û parêzvanên ‘Na ji darvekirinê re’ li hemberî bêdengkirina hikûmetê bêdeng nemînin.
Di nebûna înternetê de li Îranê, divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bêtir giringiyê bidin vê mijarê û zextê li hikûmeta Îranê bikin. Divê Komîteya Rastiyê ya Neteweyên Yekbûyî gavên cidî ji bo serdana navendên girtinê û girtiyan bavêje.
Pêngava ‘Sêşemên Na ji darvekirinê re tevî şermezarkirina vê siyaseta zordar a dij-gel, radigihîne ku di hefteya 118’an de li 56 girtîgehan, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.”







