Cenazeyê Zeynep Cansiz hat definkirin

  • 15:46 15 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM – Cenazeyê Zeynep Cansiz li gundikê Tatxal a gundê Korkezê hat definkirin.  
 
Dayika Sakîna Cansiz, Zeynep Cansiz ku jiyana xwe ji dest dabû li Dêrsîmê bi merasîmekê hat definkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedar û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bû. Cenazeyê Zeynep Cansiz ku anîn Cemevî ya li navendê, li ser wesîyeta birin Goristana Şaredariyê  
 
Cenazeyê Zeynep Cansiz ku anîn Cemevî ya li navenda bajêr, piştre li ser wesiyeta wê birin Goristana Şaredariyê ku gora Sakîne Cansiz li wir e.
 
‘Oxir be dayika gel’
 
Cenaze piştre birin mala ku lê dijiya. Cenaze piştre careke din anîn Cemevî û li vir merasime cenazeyê hat kirin. Di merasîmê de xwişka Zeynep Cansiz, Guneş Cansiz axivî û got, “Rêhevalên Sakîne û xwişka min li vir in, hûn hemû bi xêr hatin. Xwişka min çinara malbata me bû. Ez nabêjim dara çinara me ketiye, ji ber ku dara çinara me neketiye; ew hîn jî li ser piyan e. Ew ji bo zarokên xwe tim li ser piyan bû. Dayika min jinek hêja û dayikek bû. Xwişka min gelek îşkence dît. Lê, ew çû cem Sakîne. Oxir be dayika gel.”
 
‘Ev gul dê her tim li her derî vebin’
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wê jî ev tiştan bi lêv kir, “Em hewl didin ku pêş de biçin. Em û heval Sakîne Cansiz, zarokên Zeynep Cansiz in. Heta ku em bijîn û wextê me hebe, em ne dev ji azadiyê û ne jî ji berxwedanê bernadin. Çiqas zilmê li me bikin jî, çiqas êrîşî me bikin jî, em ê ne dev jê berdin û ne jî paşve gav bavêjin. Armanca me berxwedan û azadî ye. Heval Sakîne Cansiz ji me re pêşengî kir. Wê di têkoşîna azadiya Kurdan de pêşengî kir û pêşengiya ciwanên Kurd kir. Azadî dê her tim li ser zimanê me be û berxwedan jî dê her tim di fikrê me de be. Em li vir in, em naçin, em ê paşve gav neavêjin. Lê ev gul dê her tim li her derî vebin û qet neçilmisin.”
 
‘Heval Sakîne dê bigihîje te’
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulten Kişanak jî got xwezî îro Sakîne Cansiz li vê derê bûya û wiha domand, “Xwezî heval Sakîne îro li vir û li gel me bûya. Ji ber vê yekê em hemû îro li vir in, wek heval û hogirên wê, em berpirsiyariya xwe hildigirin ser xwe. Em ê Dayika Zeynep bişînin rêwîtiya wê ya dawî mîna ku rêhevala me Sakîne jî bi me re be. Bila ew di nav aramiyê de, di nav ronahiyekê de, bi aramî razayî be. Jiyanek dijwar û bi rûmet jiya. Ji Komkujiya Dêrsimê bigire heta Zindana Amedê û ji wir bigire heta Komkujiya Parîsê wê ev êşên mezin bi rûmet hilgirt. Ji bo me ew her tim sembola bi rûmet, berxwedêr û azad e. Em gelek deyndarê Sakîne, Dayika Zeynep û hemû kesên ku me winda kirine ne. Em bîranîna wan bi rêzdarî bi bîr bînin û nirxên wan jiyana xwe ji bo wan ji dest dan, em ê biparêzin. Em ê axa xwe biparêzin, em ê zimanê xwe biparêzin, em ê rêya xwe biparêzin. Bi hewesa azadiyê, em ê di vê rêyê de bimeşin û em ê bi ser kevin. Dayika Zeynep, bila bi aramî razê. Heval Sakîne dê bigihîje te. Piştî veqetînek dirêj hûn ê dîsa bigihîjin hev. Oxir be dayika Zeynep.”
 
Piştî axaftinan ji bo veşartinê, cenazeyê Zeynep Cansiz anîn gundikê Tatxal ê gundê Korkezê. Di dema definkirinê de demên hêstiyar hatin jiyîn û dayika Zeynep hat oxirkirin.