Ji bo Abdullah Ocalan serî li Konseya Ewropayê hat dayin

  • 12:39 10 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mijara ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15-17’ê Îlona 2025’an de xist rojeva xwe û heta meha Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê ku biryara ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
 
Daxwazname ji van xalan pêk tê:
 
“Hikumetê heta roja îro li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi navê Ocalan hêjmar 2 (girêdayî madeya 3’emîn a DMME’yê ye, ji bo mafê hêviyê bidin girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê hatine birîn) tu gav neavêtine. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku di civîna 1537’an a komîteya we de, ew pêşniyar biryara hişyariyê ya ku we ji bo Tirkiyeyê kiribû dîsa bê çêkirin û eşkerekirin.
 
Der barê tedbîrên giştî de tevî ku di navberê de zêdetirî 12 salan derbas bûye jî, gav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê li gorî madeya 46/4 (Eger dewletek ku peymana DMME’yê îmze kiribe û pêk neyîne, piştî serlêdanan divê Konseya Wezîran a Komîteya Ewropayê ji bo tespîtkirina vê binpêkirinê prosedurek tespîtkirinê bide destpêkirin) ya hevpeymanê pêwîst e pirosedûra binpêkirinê bê destpêkirin.
 
Hikumeta Tirkiyeyê li gorî rêgezên di biryarên DMME’yê de hatine diyarkirin, di hiqûqa Tirkiyeyê de bêyî ku cudahiyan bike li gorî sûcên diyarkirî qanûnên serbestberdanê pêk bîne, qanûnên ku li hemberî vê dibin asteng jî biguhere. Der barê vê mijarê de jî bang li hikumetê bê kirin.
 
Doza Tirkiyeyê ya ku bi navê Koma Gurban tê naskirin, bê bihêzkirin û di çarçoveya prosedûrê de bimîne.”