Gundê Amarayê ji bo pîrozbahiya ‘Rojbûnê’ amade ye

  • 11:50 4 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Bi boneya 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyên Mihrîcana Rojên Amarayê tê lidarxistin. Amara ji bo pîrozbahiya fînalê amade ye.
 
Pîrozbahiyên bi boneya 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşma “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad ve” li gelek navendên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin, berdewam dikin. 
 
Mîhrîcana Rojên Amarayê dê îro piştî meşa ji Xelfetiyê ya ber bi gundê Amarayê ve û pîrozbahiya li ber xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye dê bi dawî bibe.
 
Ji bo bernameya îro ya li Amarayê tê lidarxistin gelek wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên di dîroka têkoşîna tevgera azadiyê de hatine kişandin dê werin nişandan. Herwiha welatiyên ku bi rojan in li gund ji bo tevlibûna pîrozbahiyan li gund in û kesên ji serê sibê berê xwe dane gund bi stran û govendan li benda meşvanên ku dê ber bi gund werin in.
 
Pîrozbahî dê bi tevlibûna Koma Govendê ya Jinan, Sînevîzyon û hezaran îro jî berdewam bike. Li hewşa ku dê pîrozbahî bên lidarxistin wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hat daliqandin.
 
Li Amara amadehiyên ji bo fînala pîrozbahiyan hazir e. Gund ji bo pîrozbahiyan li benda meşvanan e.