Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê agirê Newrozê hat geşkirin

  • 11:01 21 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn, tevî şert û mercên giran jî agirê Newrozê hil kirin. 
 
Xelkê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, tevî zehmetiyên mezin jî agirê Newrozê hil kir û Newroza xwe pîroz kir. Welatiyan, di pîrozbahiyê de dirûşmên “Kî ne em? Kurd in em Kurdên Zerdeşt in”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, 'Yek e, yek e, yek e gelê Kurd yek e” berz kir, agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kir. 
 
Girseyê li dora agir li ber stranên Kurdî govend gerand.