Tirkiye li Rojava û Sûriyeyê di statuya ‘hêza dagirkirinê’ de ye

  • 09:04 11 Sibat 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava kir belge û bi biryara ku girt jî da zanîn ku Tirkiye li Rojava û Sûriyeyê di statuya ‘hêza dagirkirinê’ de ye. Parêzer Rengîn Ergul der barê mijarê de axivî û got ev biryara bi daneyên heta 2025’an dirêj dibe hatine amadekirin, ji bo dadgehên navneteweyî girîng e. Hiqûqnasên di MAFDAD’ê  yên di heyeta dadgehê de cih digirin û dostên wan vê mehê diçin Rojava.
 
Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) di 5-6’ê Sibata 2025’an de li Brukselê civiyan û di runiştina 54’emîn de ‘Rojava-Tirkiye’ nirxandin û biryara xwe bi rayagiştî re parvekirin. Lêkolîn ji ‘Mertalê Firatê’ ya 2016’an û êrîşên li ser Efrînê yên 2018’an destpê dike heta 2025’an  û raporên NY’ê diçe.
 
Parêzer Rengîn Ergul ya li ser navê MAFDAD’ê di heyeta dadgehê de cih digire, der barê naveroka biryaran de nirxandin kir.
 
‘Dokumaneke hiqûqî û delîl’
 
Rengîn Ergul da zanîn ku ev dadgehû biryr di pêvajoyek amadekirinê ya dirêj de derbas bûye û xebateke xwe dispêre salane. Rengîn Ergul wiha got: “Me binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê li Rojava kirine kir belge.  Di esasê de me delîl û domunên hiqûqî derxistin holê. Ev dadgeh tenê li Eropayê nehatiye kirin.  Delîlên qeydkirî yên vîdeoyan, raporên tipa edlî yê dadgehê, jia liyê hiqûqnasên Rojava, xebatkarên tenduristî, parêzvanên maf û rêveberiya xweser a Rojava hatibûn tespîtkirin. Ev bi me re parvekirin û ev xebateke xwe dispê re salan.”
 
‘Dema dadgeh didomiya êrîşên li ser Rojava jî didomiyan’
 
Rengîn Ergul  got hiqûqnasên Rojava û yên Kurd yên li Ewropayê xebata belgekirinê bi kordîneyê meşandine û piştre gelek hiqûqnasên Ewropayê jî tevli xebatê bûne û xebat tevli Dadgeha Gelan a Daîmî kirine. Rengîn Ergul wiha dirêjî dayê: “Wan jî dema xebat û delîl dîtin îqna bûn. Piştre me bi hiqûqnasên Ewropayê re amadekarîkirin. Dema me ev xebat dimeşandin li Rojava jî êrîş didomiyan. Êrîşên Tirkiyeyê didomiyan.”
 
Biryar bi kîjan sûcan hat belgekirin?
 
Rengîn Ergul balkişand ser belgeyên biryarê yên dadgehê û got: “Statuya Romayê li dijî sûcê şer û sûcê mirovahiyê ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Lê me tespît kir ku Tirkiye ne di bin bana statuya Romayê de be jî sûcê êrîşê kiriye û Efrîn dagir kiriye. Ji ber Tirkiye bi êrîşan li dijî axa welatekî din sûc dike. Me wisa got. Piştre mijara bombebarankirina sivîlan, qadên sivîlan hebûn. Êrîşa droneyî ya li dijî dibistaneke Şamoka hebû. Êrîşa li dijî matba, weşanxaneya Sîmav hebû. Li Kobanê êrîşê nexweşxaneya Diyabetê kiribûn. Ev hemû tesîsên sivîlan bûn. Birîna av, ceyran, êrîşên li dijî binesaziyan. Biryar bi van sûcên hatine kirin hatin belgekirin.”
 
Li dijî mirovahiyê sûc, îşkence û koçberkirin, revandin
 
Rengîn  Akgul da zanîn ku polîtîka ‘bi zor ji cih û war kirin’ û endezyariya demgorafîk jî wek sûcê li dijî mirovahiyê tê pênasekirin û got: “Tirkiye hem bi êrîşên leşkerî hem jî bi qûtkirina hewcedariyên mirovahî koçberkirinê li Kurdan ferz dike û heman demê de komên biyanî li cihên Kurdan bicih bikin. ya ku Tirkiye li wir dimeşîne endezyariya demografîke.  Êrîş ne tenê leşkerî ne bi her awayeî hedef digirin. Revandin, binpêkirina mafan, girtin û her wekê din. Ji ber vê ev biryara dadgehê jî di alî wijdana rayagitşî ya navnetweyî de girînge.”
 
‘Belgeyeke hiqûqî destê me de heye’
 
Rengîn Ergul axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev biryar heman demê de di alî hiqûqî de girînge. Ev biryara dadgehê ne biryareke xwe dispêre argumanên siyasî. Ev biryara dadgehê ligel ku pêşniyara naskirina rêveberiya xweser dike, heman demê de sûcên li herêmê hatine kirin jî bi belgeyan datîne holê.  Ev belgeyeke hiqûqî ya bi delîlên şênber hatiye avakirinê ye.  Em ê der barê pêşerojê de jî xebatên xwe bimeşînin.”
 
Rengîn Ergul destnîşan kir ku ji bo êrîşên 6’ê Çile de hatine destpêkirin û dorpêça Kobanê de jî xebatên ji bo belgekirinê didin meşandin û wiha got: “Em ji ban êrîşan jî bikin belge nîqaşan dikin, diaxivin.  Em niha hewl didin belgeyê amade bikin. Ji bo vê jî  amadekariyên me yên ku heyetek Ewropayê biçe Rojava heye. em ê di meha Adarê de jî di runiştina NY’ê de mijarê nîqaş bikin.”