
Şaredariya Tûşbayê di salekê de xebatên der barê jinan de meşand
- 09:03 8 Gulan 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Rabîa Doner Çakir projeyên şaredariyê yên salekê wiha vegot: “Bêguman riya li ber me dirêj e. Lê bi baweriya em ji gelê xwe digirin, bi pergala hevserokatiyê em gavên xurt davêjin.”
Di hilbijartinên 2024’an de DEM Partiyê şaredariya Tûşba ya Wanê ji sedî 55.52 dengî bi dest xist. Şaredariya Tûşbayê 10 salan di destê AKP’ê de bû û tu xebatek ji bo jinan nehat kirin. Rêveberiya DEM Partî ya şaredariyê çawa hat dest bi xebatên ji bo jinan kirin.
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Rabîa Doner Çakir der barê xebatên jin û zarokan de axivî.
Rabîa Doner Çakir daxuyakirin ku Tûşba duyemîn navçeya navendî ya mezin a Wanê ye û serjimara wê 156.717 ye. Rabîa Doner Çakir wiha got: “Ji sedî 20’ê nifûsê li gundan dijîn. Sê dem in ev navçe bi şaredartiyê tê rêvebirin. Dema ewil destê AKP’ê de bû. Dema duyemîn Kurdan girt lê qeyûm hatin tayînkirin. Vê demê de jî bi îradeya gel hilbijartin hatin girtin. 14 şaredariyên Wanê bi îradeya gel hatin girtin.
‘Me yekîneya jinan ava kir’
Rabîa Doner Çakir got dema hatine ser peywirê tu yekîneyeke jinan tunebûye û got: “Tu xebatek jinan tunebû. Em pir xemgîn bûn. Me ewil yekîneya jinan bi kadroyek xurt ava kir. Jin tune hatibûn hesibandin. Me li kolanan taxan xebata hişmendiyê da meşandin. Me perwerdehî pêk anîn. Me semînerên der barê tenduristiya jinan de pêk anîn. Di mijarên wek pençeşêr, ducanî û tenduristiya zarokan de semînerên hişmendiyê pêk hatin. Kîtên tenduristiyê diyariyê jinan hat kirin."
‘Navenda Jinan a Hebûn hat vekirin’
Rabîa Doner Çakir daxuyakirin ku li Kaleçîkê Navenda Jiyanê ya Jinan a Hebûn vekirine û got: “Ev ji bo me projeyek taybet bû. Navê vê navendê ne tesaduf bû. Li diijî feraseta ku jinan tune dihesibîne me ev nav tercîh kir. Gava me ya duyemîn Sûka Bedesten bû. Ev sûk dema qeyûman de wêran bibû. Me ji nûve sererast kir û kêmasî çareser kirin û bi keda destê jinan tije kir.”
‘Perwerdehî tên dayîn’
Rabîa Doner Çakir da zanîn ku li ser daxwaza ciwanan navenda etûtê ji bo xwendekaran vekirine û got: “Xwendekaran kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ji ber vê em xebatên xwe dimeşînin. Em li dijî tundiya li ser jinan semîneran didin, perwerdehiyan didin. Di çarçoveya şaredariya ekolojîk de em xebatan dimeşînin. Me projeya bîstanê bajar xist jiyanê. Jin li ser van qadan hilberîna xwe bi xwe dikin. Di projeya Daristana Bajar a Jinan de jî em hatine dawî. Şitlên me temam in. Em li bendê şert û mercên hewayê ne. Em ê xebatên xwe ji bo jinan bidomînin. Heta her jinek bigihêje azadiya xwe wê xebatên me bidomin.”