‘Em ê têkoşîna Sirri Sureyya bidomînin’

  • 09:02 8 Gulan 2025
  • Rojane
ENQERE - Jinên çûn sîna Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder, diyar kirin ku têkoşîna aştiyê ji cihê hiştiye bidomînin.
 
Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. DEM Partiyê ji bo Sirri Sureyya Onder li hemû navend û navçeyan şîn danî. Jinên çûn şîna li rêxistina DEM Partî ya Enqereyê hatiye avakirin, diyar kirin ku wê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder mezin bikin.
 
Wê têkoşîn bidome
 
Endama Mafê Mirovan Sevîl Turgut wiha got: “Em pir xemgîn in. Bila serê hemû gelên Tirkiyeyê sax be. Mîsyonek mezin a Sirri Sureyya Onder li vî welatî hebû. Hesreta wî ya welatekî di nava aştî, aramiyê de hebû. Tevî hemû êrîşên tundiyê tevî hemû şertên girtîgehê wî dest ji têkoşîna aştiyê berneda. Ev wek peywirekê li ser wî ma. Em pir xemgîn in. Milekî me şikest. Di dilê me de valiyek mezin afirand. Em ê têkoşîna Sirri ji cihê hiştiye bidomînin. Em ê peywira xwe bînin cih.”
 
‘Divê em têkoşînê mezintir bikin’
 
Endama Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê Alaz Gulveren, da zanîn ku di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û got: “Sirri ji bo me gelek bi nirx bû. Jiyana xwe da ser têkoşînê. Di vê rêyê de mir. Bi wê nexweşiya xwe têkoşîn da. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Soza me ji bo Sirri Sureya Onder heye. Divê em têkoşîna wî hilbigirin. Divê jin têkoşînê bilind bikin. Xwedîderketina li Sirri xwedîderketina li aştiyê ye. Em ê ji bo hemû kesên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane û ji bo Sirri têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxwaza wî aştî bû
 
Gulîstan Ozbek jî wiha anî ziman: “Bila cihê wî bihuşt be. Em pir xemgîn bûn. Mirovekî bi nirx bû. Birayê Kurdan bû dostê Kurdan bû. Ew bi xwe Tirkmen bû lê dostê me bû. Mirovekî baş bû. Serê malbata wî sax be. Ji bo me girîng bû. Bila cihê wî bihuşt be. Wê aştiya ku dixwest wê pêk bê. Wê teqez aştî bê.”