Cenazeya Sirri Sureyya Onder hate definkirin

  • 19:24 4 Gulan 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Cenazeyê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate definkirin.
 
Cenazeyê Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa ya li Şîşliyê, ji bo definkirinê anîn Goristana Zîncîrlîkuyuyê.
 
‘Qasidê aştiyê nemire’
 
Hezkiriyên Onder darbesta wî hilgirtin ser milê xwe û bi meş û tililiyan birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê. Cenazeyê Sirri Sureyya Onder, ji hêla bi hezaran kesan ve bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate pêşwazîkirin.
 
Cenazeyê Sirri Sureyya Onder li ser daxwaza malbatê li Stenbolê hate definkirin. Beşdaran çîçek danîn ser gora Sirri Sureyya Onder.