'Divê kuştin ji meydana Sûriyeyê rabe'
- 15:50 2 Gulan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinan diyar kirin ku ew ê her tim li hember kuştina welatiyên li Sûriyeyê li berxwe bidin û gotin:"Îro ji bo ku em Sûriyeyek aştiyane û demokratîk ava bikin divê tevahî jinên Sûriyeyê em destê xwe bidin hevdu û li hember van sîsteman rêxistinbûna xwe ava bikin da ku em jî para xwe ji van kiryaran negirin. Divê kuştin ji meydana Sûriyeyê rabe. "
Piştî rejîma Esad hat hilweşandin şûnde HTŞ'ê li Sûriyeyê dest bi qirkirina mezhebî û etnîkî kir. Tiştên rejîmê dikir niha HTŞ dubare dike. Jinên ku li Helebê ev qirkirin şermezar kirin wiha gotin:"Îro bangewaziya me ji rêxistinên mafê mirovan re heye ku pêşî li van kiryaran bigirin. Ji ber ku yên tên kuştin sivîl in û têkiliya wan bi tu sîsteman re nîne."
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê, Fehîme Hemo têkildarî dewamkirina kiryarên derheqê pêkhateyên li Sûriyeyê axaftina xwe bi ajansa me re parve kir û wiha pê de çû:"Ev rewşa aloz ku di asta kiryaran de tê pênasekirin ne ji îro û duh ve tên kirin lê belê ji destpêka hilweşîna rêjîma Bassê û ketina HTŞ'ê ya li şûna wan dewam dike. Rojane welatiyên sivîl tên kuştin bê sedem. Welatî bi hinceta bermahiyên rejîmê û bi hinceta gotinên ne xweş ji Hz. Muhammed kiriye tên kuştin. Ew ji bo sivîlan bikujin her tim hincetan nîşan didin."
'Divê hemû jinên Sûrî destê xwe bidin hev du'
Di dewamiya axaftina xwe de Fehîme Hemo nerazîbûnên xwe li hember dewamkirina van kiryaran anî ziman û wiha got:" Em weke jinên Helebê bi Kurd, Ereb, Suryan, Elewî û hemû pêkhateyên wê bi tundî van kiryaran şermezar dikin. Îro ev sîstemên qirêj li ser xwîna gelan û tunekirina jinan xwe mezin dikin. Îro ji bo ku em Sûriyeyek aştiyane û demokratîk ava bikin divê tevahî jinên Sûriyeyê em destê xwe bidin hevdu û li hember van sîsteman rêxistinbûna xwe ava bikin da ku em jî para xwe ji van kiryaran negirin."
Di heman demê de, têkildarî heman mijarê Endama Kongra Star a bajarê Helebê Emîra Mihemed jî bertek û nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha got:"Em weke jinên Helebê bi tundî van kiryaran û qetilkirina sivîlan şermezar dikin. Îro ev dema hatiye ku aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe. Her wiha kuştin û talan ji meydana Sûriyeyê rabe. Îro bangewaziya me ji rêxistinên mafê mirovan re heye ku pêşî li van kiryaran bigirin. Ji ber ku yên tên kuştin sivîl in û têkiliya wan bi tu sîsteman re nîne."
'Em êşa wan hîs dikin'
Emîra Mihemed da zanîn, ev şer hewldana nûjenkirina perçebûna Sûriyeyê ye û wiha dom kir:"Îro dema ev şerên etnîkî dewam dikin, perçebûna Sûriyeyê radixe ber çavan. Sîstema nû ku cihê xwe li ser desthilatdariyê girtiye li şûna ku aloziya Sûriyeyê bi dawî bike, fitîla wê pêdixe. Da ku gel di wêrankirinê re derbas bikin. Îro em êşa wan pêkhateyan hîs dikin. Çimkî Êzîdî jî ji aliyê eynî hişmendî û sîstemê ve di gelek kuştin û fermanan re derbas bûn. Divê Sûriye ji bo tevahî pêkhate û netewan be."