Cenazeya Sirri Sureyya Onder wê sibê bê definkirin

  • 19:14 3 Gulan 2025
  • Rojane
NAVEDA NÛÇEYAN - Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wê sibê li Goristana Zîncîrlîkûyûyê were veşartin.
 
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo Sirri Sureya Onder wê sibê saet di 11.00’an de li Navenda Çandê ya Taksîmê Ataturkê û piştî nimêja nîvro wê li Mizgefta Barbaros a Leventê merasîm were lidarxistin.
 
Cenazeyê Sirri Sureya Onder wê li Goristana Zîncîrlîkûyûyê ya Stenbolê were veşartin.