Daxwaza hevpar a jinan: Divê serokê me azad be, dewlet gava şênber biavêje
- 09:03 22 Cotmeh 2026
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
WAN - Jinên der barê pêvajoyê de axivîn diyar kirin ku pêkhatina aştiyê girêdayî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî, avêtina gavên şênber ên ji aliyê dewletê ve û yekitiya gelê Kurd e.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibata 2025’an kir, destpê kir du sal in didome. Gelê Kurd ji bo encam bê girtin diyar dike ku divê gelek gav bên avêtin. Jinên navçeya Rêya Armûşê û Şaxa Wanê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.
‘Êdî wê mirin tunebin, ya girîng ev e’
Çavreş Ayvar: “Bêguman em hemû aştiyê dixwazin. Ev wê baş be. Wê dayik û hemû kes kêfxweş bin. Bila êdî dayik negirîn. Bila ne dayikên Kurdan ne jî yên Tirk negirîn. Divê dewlet gavê bavêje. Hevjînê min, kurê min girtîne. Bila aştî bê û girtîgeh vala bin. Bila kes nemirin. Êdî wê mirin tunebin. Ya girîng ev e. Bila şer rawestin.”
Zahîde Arslan: “Ez aştiyê dixwazim. Bila tu dayik negirîn, bila xwîn nerêje. Em Kurd divê bigihêjin mafên xwe. Bila dewlet gavê biavêje. Bila mafên me bidin me. Bila gelê Kurd azad be.”
‘Divê Kurd bibin yek’
Îpek Şîmşek: “Li gorî min pêvajo baş nameşe. Ji ber gelê kurd yekitiyeke baş ava nake. Hemû bibin yek wê baş be. Divê Kurd bibin yek. Ger em aştiyê bixwazin divê em bibin yek. Divê dewlet jî bi edalet be û mafê mirovan bidê. Divê mafê Kurdan bidinê. Divê gav bê avêtin girtîgeh bên valakirin. Tecawizkar û kujer tên berdan. Lê yên ji bo azadiyê têdikoşin girtîne. Divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn. Em Kurd in em aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi awayekî azad Kurdî biaxivin.”
‘Aştî doz e’
Meryem Demîrtaş: “Ev doza me ye. Aştî doz e. Em li bendê ne ku girtiyên me azad bin. Divê Kurd di vê pêvajoyê de hîn bêtir bibin yek. Divê dewlet gavê bavêje. PKK’ê çek berdan lê dewletê çi kir? Li ser vê nasekinin.”
Melîke Şîmşek: “Ez pêvajoyê baş nabînim. Abdullah Ocalan hîna girtiye. Ger aştiyê bixwazin divê ewil dest ji wan berdin. Em hîna ne azad in. Em nikarin rehet biaxivin. Min dest ji dibistanê berda, ji ber ez nikarim Kurdbûna xwe bijîm. Min di destpêka lîseyê de dest ji dibistanê berda. Bila dayik negirîn û ciwan azad bin. Ez vê dixwazim.”
Hanîfe Semo: “Em aştiyê dixwazin. Bila kes nemire. Em hemû xwişk û bira ne. Kurekî min şehîd ket. Yek girtiye. Tevî vê ez aştiyê dixwazim. Divê girtî azad bin. Divê dewlet gavê biavêje. Kurê min ji girtîgehê digere dibêje divê em bawer bikin.”
‘Hêviya me heye’
Şukran Semo: “Pêvajo didome û divê gav bên avêtin. Divê serokatî azad be. Kurdan her tişt kir niha divê dewlet bike. Em bi pêvajoyê bawer in, em bi aştiyê bawer in.”
Derya Semo: “Pêvajoyeke du sal in didome heye. Ev du sal in pevçûn tune ne. Pêvajo erênî bimeşe wê hîn baştir be. Divê girtî bên berdan. Em naxwazin tu kes bimire. Em Kurd in. Em aştiyê dixwazin. Divê dayik negirîn.”







