Tevî nexweşiya ji ber madeyên kîmyewî têkoşîna xwe dewam kir
- 09:02 21 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Yildiz Damla da zanîn ku hevala wê Hatun Aslan ya jiyana xwe ji dest da, ev 10 sal bû tevî hemû zor û zehmetiyan cenazeyên gerîla şuştine û ji ber madeyên kîmyewî yên di êrîşan de hatine bikaranîn, di kezeba herduyan de jî nexweşî çêbûye û tevî vê Hatun Aslan tu car şûnde gav navêtiye.
Têkoşîna aştî, azadî û nasnameyê bi salan e li ser axa Kurdistanê bi keda jinan tê hûnandin. Ji jinên ku kedek mezin daye û pêşengiya aştiyê kiriye, rêvebera Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Hatun Aslan bû.
Di 1989’an de kurê wê Yilmaz Aslan (Piling) tevli têkoşîna azadiyê dibe û piştî vê Hatun Aslan ji dayikê wêdetir dibe heval. Hatun Aslan ku jiyana xwe bi têkoşînê re kir yek di 15’ê Cotmehê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Hevala wê Yildiz Damla der barê têkoşîna ku Hatun Aslan li pey xwe hiştiye de axivî.
‘Hevala min, gelo ez ê aştiyê bibînim?’
Yildiz Damla da zanîn ku ‘hevaltiya dayika Hatun’ pir xweş bûye û wiha behsa wê kir: “Ne tenê hevala me bû, ji dayika me wêdetir bû. Min gelek jê hez dikir. Hevaltiya wê carê nikare bê vegotin. Li ku derê hewcedarî hebûna diçû wir. Çi ji destê wê hat di demên herî zor û zehmet de kir. 35 salan têkoşîn meşand. Ji avabûna MEBYA-DER’ê heta niha li wir têkoşîn meşand. Dilê tu kesî neşikand. Got ‘gelo ez ê aştiyê bibînim?’ Li ku derê kar hebûna ew li wir bû.”
Nexweşiya ji ber madeyên kîmyewî çêbû
Yildiz Damla bi lêv kir ku bi Hatun Aslan re bi salan cenazeyên gerîla şuştine û ji ber madeyên kîmyewî yên di êrîşan de hatibûn bikaranîn, li ser kezeba wan her duyan jî nexweşî çêbûye. Yildiz Damla wiha berdewam kir: “Çavên dayika Hatun ne li malê dinê bû. Tenê edalet û aştî dixwest. Me 10 salan bi hev re cenazeyên gerîla şuştin. Tevî ku dayika Hatun pîr bû jî ji cenazeyên gerîlayan hêz digirt û dema ez xemgîn dibûm ez hişyar dikirim. Li ser cenazeyan madeyên kîmyewî hebûn. Ji ber vê dayika Hatun nexweş ket. Di destê me de rûpuş û lepik tunebûn. Ji ber vê van madeyan zirar dabûn kezeba me.”
‘Nasname û ziman bê înkarkirin wê aştî çawa bê?’
Yildiz Damla da zanîn ku wê têkoşîna aştiyê ya Hatun Aslan bidomînin û wiha dawî lê anî: “Divê hevalên dayika Hatun bi hêz bin, divê têkoşîna wê bidomînin. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide digot ‘heta ez hebim ez ê bixebitim.’ Em dixwazin aştiya bi rûmet bê. Bêyî gav wê aştî çawa bê? Dayika Hatun jî digot ‘Nasname û ziman înkar bikin wê aştî çawa bê?’”







