Doza destdirêjiyê ya li Sêweregê hate taloqkirirn

  • 21:16 16 Cotmeh 2026
  • Hiqûq
RIHA - Doza derbarê Berat Susen ê li Sêweregê ya Rihayê destdirêjî E.C. kiribû de hate dîtin. Ji ber ku parastin bi dawî nebûn, danişîn taloqî roja duşemê hate kirin.
 
Danişîna doza E.C. (21) ku li navçeya Sêweregê ya Rihayê ji aliyê komekê ve bi çekê ji ber malê hatibû revandin û destdirêjî lê hatibû kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêweregê hate dîtin. Di danişînê de bersûc Berat Susen, bersûcên din, mexdûr E.C, malbata wê û parêzerên aliyan amade bûn. Her wiha nûnerên gelek saziyên jinan û partiyên siyasî jî danişîn şopandin.
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Berat Susen di parastina xwe de îdiayên li ser xwe red kirin. Dûre E.C. bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî danişînê bû. Ji ber ku parastinên aliyan bi dawî nebûn, heyeta dadgehê danişîn taloqî roja duşemê saet di 09.00’an de kir.
 
Çi bibû?
 
Li gundekî Sêweregê di 16ê Hêzîranê de E.C. ji aliyê komekê ve bi darê zorê li wesayîtê hatibû siwarkirin û revandin. Li ser serlêdana malbatê, E.C. di 17’ê Hêzîranê de hatibû dîtin û diyar kiribû ku ew di vê demê de hatibû revandin de destdirêjî wê kirine. Di çarçoveya lêpirsînê de Arif Susen, Fatma Susen, Halîl Susen, Mehmet Susen, Şahîn Susen û Şehmus Susen hatibûn girtin. Derbarê çend kesên din de iddianame hatibû amadekirin û derbarê Berat Susen de jî lêpirsîna edlî hatibû destpêkirin.