Li Awistralyayê Koma Dostaniya Kurdan hate damezrandin

  • 19:45 15 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parlamentoya Eyaleta Gallera Başûr a Nû, bi tevlîbûna 11 parlamenterên ji partiyên Keskan, Karker û Lîberal, Koma Dostaniya Kurdan hate damezrandin.
 
Li Parlamentoya Eyaleta Gallera Başûr a Nû (NSW), bi çalakiyekî damezrandina Koma Dostên Parlamentoyê ya Gelê Kurd hate ragihandin. 11 parlamenterên ji partiyên Keskan, Karker û Lîberal di nav de cih girtin.
 
Ji xeynî nûnerên Partiya Karkeran, Partiya Keskan, Partiya Lîberal û Tifaqa Sosyalîst, nûnerên Yekîtiya Welatparêzên Kurdistan (YNK), Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê (FDKS-A), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), PEN Sydney û Komaleya Ciwanên Kurd a Sydneyê tevlî merasîma pîrozbahiyê bûn.
 
Nûnerên civakên Durzî, Ermenî, Êzidî, Tamil, Myanmar û gelek saziyên sivaka sivîl jî di çalakiyê de cih girtin.
 
‘Gotina ji çiyayan pêvetir dostên me tuneye, tê guhertin’
 
Axaftina vekirinê ya çalakiyê ji aliyê Berdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistralyayê Baran Sogut ve hat kirin.Baran Sogur bal kişand ser girîngiya dîrokî ya damezrandina Koma Dostaniya Kurddan û wiha got:“Pîrozkirina damezrandina fermî ya Koma Dostên Parlamentoyê ya Gelê Kurd ji bo min rûmet e. Em ji bo tevkarî û alîkariyên wan spastiya parlamenterên ku di damezrandin û xebatên komê de cih girine dikin.Di tevahiya dîroka Kurd de gotineke ku maye di bîra wan de heye; ‘Ji çiyayan pêvetir, tu dostên me tune ye.’ Ev gotin zêdeyî sed sal in, wekî îfadeya êş, tenêbûn û berxwedana gelê Kurd deng vedaye.Lê bi demê re tişteke hat guhertin. Dostên Kurdan çêbûn, dengê xwe bilind kirin û bi me re mil bi mil sekînin. We nîşanî me da ku dostên me hene. Koma Dostên Parlamentoyê ku em îro li vir damezrandina vê pîroz dikin, yek ji mînakên herî berçav a vê piştevaniyê ye.”
 
 Hevseroka Civaka Kurd a Demokratîk a Awusturalyayê Gulfer Olan jî diyar kir ku damezrandina Koma Dostaniya Kurdan ji bo civaka Kurd a li Awusturalyayê geşedanekî girîng e.
 
‘Piştevaniya bi gelê Kurd re wê bê xurtkirin’
 
Peyama Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji aliyê Endamê KNK’ê Brusk Ayverî ve hate xwendin.
 
DEM Partî di peyama xwe de dilxweşiya ji bo damezrandina Koma Dostaniya Kurdan anî ser ziman û wiha vegot: “Em wekî DEM Partiyê damezrandina Dostên Parlamentoyê ya Gelê Kurd bi dilxweşiyeke mezin pêşwazî dikin û ev hewldana hêja pîroz dikin.Em bawer dikin ku ev koma dostaniyê ya ku nû hate damezrandin, diyalog û piştevaniya di navbera nûnerên Parlamentoya Awusturalyayê û gelê Kurd de kûr bike.”
 
Parlamenterê Partiya Karkeran û Hevserokê Koma Dostaniya Kurdan Anthony D’Adam jî diyar kir ku ew bi nêzîkbûneke xurt bi civaka Kurd re hîs dike û anî ser ziman ku damezrandin koma dostaniyê ji bo piştevaniya li parlamentoyê girîng e.