Îlham Ehmed: Dixwazin li herêmê aloziyê derxin

  • 12:23 12 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmedê destnîşan kir ku Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirin û tevî ku pêvajoya entegrasyonê bi pêş ketiye jî lê hin destwerdan hene ku dixwazin li herêmê aloziyê derxin û rê li ber lihevkirina navxweyî digirin.
 
Foruma MERI'yê ya 2026'an îro li Hewlêrê dest pê kir. Foruma MERI'yê her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin. Gelek siyasetmedar û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî tev li forumê bûn. Ev forum dê 2 rojan bidome. Di forumê de dê rewşa ewlehiyê ya herêmê, pirsgirêka Kurdan, siberoja Iraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de dê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.
 
Panela yekemîn li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed jî di vê panelê de axêver bû.
 
Îlham Ehmedê bal kişand ser naskirina mafên Kurdan û fermîbûna zimanê Kurdî û wiha got: “Zimanê Kurdî bi biryara Serokatiya Sûriyeyê hatiye naskirin. Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirine. Naskirina nasnameya Kurdan gava herî bingehîn e. Mijara zimanê Kurdî ji bo me gelekî girîng e.”
 
Îlham Ehmedê diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê alîkar bûye ku bajarên Sûriyeyê bi ser xwe ve bên û deriyên sînorî ji nû ve bên vekirin û vegera welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanêê hêsantir bibe. Îlham Ehmed bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di nava artêşa Sûriyeyê de heta niha bi rêjeyeke baş pêk hatiye û bi vî rengî alîkariya serweriya aramiyê kiriye.
 
Rol û mîsyona jinan
 
Îlham Ehmedê bal kişand ser rola jinan û tecrubeya Birêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û ev yek anî ziman: “Tecrubeya Birêvebiriya Xweser ji bo beşdariya jinan a di qadên jiyana giştî, siyasî û aborî de modelekî pêşeng pêşkêş kir. Lê îro dema hêzên leşkerî û saziyên Birêvebiriya Xweser tev li saziyên dewletê dibin, em dibînin ku di rola jinan de paşketineke berbiçav heye. Em vê yekê wekî astengiyeke li ber beşdariya jinan ya di navendên biryardanê de dibînin.”
 
Îlham Ehmed eşkere kir ku pêvajoya entegrasyonê hê jî di qonaxa ceribandinê de ye û wiha axivî: “Bi rêya derketina biryarnameyeke serokatiyê ya ku hebûna gelê Kurd, çand û zimanê wî nas dike, destkeftiyek pêk hat. Ev naskirin cara yekem e li ser asta Sûriyeyê çêdibe û pêngaveke dîrokî ye. Lê ev biryarname di aliyê pratîkî de kêm dimîne, bi taybetî li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mekanîzmayên berbiçav û zelal ên li ser erdê nîn in.”
 
Îlham Ehmed li ser nezelaliya mekanîzmayên bicihanîna biryarên hikûmetê hişyarî da û wiha domand: “Ji ber nebûna zelaliyê car caran tevlihevî çêdibin. Divê dewlet mekanîzmayên zelal deyne, aramiya aborî xurt bike û aliyê ewlehiyê kontrol bike. Alozî hîn jî hene. Hinek destwerdan hene da ku herêm aloz bibe. Hişmendiya nijadperest û tundrewî ya hinek koman li gel destwerdanên derve dibin sedema têkdana aramiyê û rê li ber lihevkirina navxweyî digirin.”
 
Îlham Ehmedê her wiha destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê destkeftî anîne holê lê heta aramiya mayînde pêk bê, pêwîstî bi şopandin, bi israrbûn û mekanîzmayên pratîkî heye.