'Azadiya Gelê Kurd û rêberê wan nayê muzakerekirin'

  • 09:11 10 Cotmeh 2026
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan, diyar kirin ku mafên Gelê Kurd û azadiya rêberê wan nayên muzakerekirin û gotin: "Dê heta azadiya Abdullah Ocalan em ê li kolanan li ber xwe bidin." 
 
Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya "Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji Birêz Ocalan re Azadî" li Stenbolê, derbarê komploya 9’ê Cotmehê de duh daxuyanî da. Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn. 
 
Jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Divê rêberê me azad bibe'
 
Nûran Altintaş, diyar kir ku kurd, mîna her gelî, dixwazin azad bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêberê me ji bo Kurdan her tiştî diceribîne. Heta ji bo kaseteke kurdî me îşkence dîtin. Em dixwazin mîna her kesî azad bijîn. Niha danûstandin hene. Lê Abdullah Ocalan divê di zûtirîn demê de were berdan. Em bi saya wî gihîştine vê merheleyê. Divê ew di zûtirîn dem de were berdan, biçe parlementoyê û wekî rêberê wan pirsgirêkên Kurdan çareser bike. Dewlet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî dijmin nîşan dide, nemaze di çavên raya giştî ya Tirkiyeyê de. Kesên desthilatdar wî bi vî rengî nîşan didin. Ew 27 sal in li giravekê di girtîgehê de ye. Ev neheqî ye. Ew rêberekî Kurd e. Ger ew ji girtîgehê derkeve û biaxive, ger mirov wî nas bikin, nêrînên wan dê biguherin ji ber ku ew wî nas nakin. Tirk hene ku mîna me difikirin. Ger ew ji girtîgehê derkeve û ew wî nas bikin, nêrînên wan dê biguherin." 
 
 
'Kurd li her derê li dû wî ne'
 
Zahîde Îlbaz, wiha bal kişand ser tevlîbûna xwe ya daxuyaniyê: "Ez ji bo rêberê xwe hatim. Divê niha wî berdin, çima bernadin? Em rêya wî dişopînin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Kurd li her derê, ji Bakur bigire heya Başûr û Rojhilat, li dû wî ne û li benda derketina wî ne. Hemû Kurd temaşe dikin û guh didin wî. Em dixwazin ku ew tavilê wî berdin. Her welatekî nûnerek heye û ew nûnerê me ye.
 
Ozlem Şeker, da zanîn ku ew ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li kolanan bûn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Gelê Kurd tê wateya Rêberê me. Ew bi salan e bi neheqî girtî ye. Azadiya wî tê wateya azadiya gelê Kurd."
 
'Em wek her kesî xwedî bi maf in'
 
Demet Gumuş, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan têkoşîna Gelê Kurd û jinên Kurd bi cîhanê da nasîn û got ku azadiya wî tê wateya azadiya gelê Kurd û wiha bi lêv kir: "Rêberê me ji bo jinan azadî anî. Komploya li dijî rêberê me hilberîna faşîzmê ye. Hemû cîhanê li dijî wî komplo kir. Ew 27 sal in di girtîgehê de ye û hîn jî di hundir de ye. Em serê xwe bilind digirin; heta ku ew azad nebe, tu kes ji me azad nabe. Niha danûstandin hene û ew hîn jî li ser azadiya wî danûstandinan dikin. Divê ziman û azadiya me li ser maseya danûstandinan nebe. Em jî wek her kesî xwedî van mafan in. Em ê heta azadî pêk bê li kolanan bin."