ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 8 Cotmeh 2026
- Rojev
* Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû, bi mîrateya hiştiye ji bo jinên Kurd û têkoşîna jinan dibe hêz û ronahî.
*Dayika Feda Avareş ya di 13’ê cotmeha 2023’an di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da, Leyla Kaçar keça xwe wiha vegot: “Heta ez biçim bin axê ez ê doza keça xwe bidomînim.” DÎMEN HEYE
*Jin di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de axivîn û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Her wiha banga ‘hemû cîhan li benda Ocalan e’ kirin. DÎMEN HEYE
*Zînet Teymur ji bo çalakiya ku wê di 28’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de li Qada Saraçxane ya Stenbolê pêk bê, banga tevlibûnê kir û got: “Ji bo valaderxistina komployê û azadiya fîzîkî ya serokatiyê em hemû gelan di 9’ê Cotmehê de vexwendiyê Saraçxaneyê dikin.” BI DÎMEN
*Li Amedê, jinan derbarê salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û destnîşan kirin ku komplo bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd hatiye pûçkirin û bang li her kesî kirin ku beşdarî meşa mezin a ku sibê tê lidarxistin bibin.







