'Berxwedana Îmraliyê peymana civakî ya sedsala nû afirand'
- 15:37 3 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rêveberên Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît, Komploya Navneteweyî ji bo Kovara Ozgur Halkê nirxand û got: "Yekîtiya Rêbertî û Gelê Azad komplo di warê stratejîk de têk biriye; niha dora wê ye ku em vê têkçûnê bi avakirina civaka demokratîk bi serkeftinê encam bikin.”
Di hejmara 9'emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji rêveberên Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît bi gotara xwe ya bi sernavê “Rêbertiyek û Gelê Azad Komploya Navneteweyî Têk Birine” paşperdeya dîrokî, armanc û bandorên Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi kûrahî dinirxîne.
Hêlîn Umît balê dikişîne ser pêvajoya di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatî destpêkirin û destnîşan dike ku ne tenê li dijî kesayetyekê bû; di cewherê xwe de armanc dikir ku îradeya azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ku ber bi neteweya demokratîk ve diçin, tasfiye bike.
Hêlîn Umît di nivîsa xwe de van nirxandinan dike: “Komploya navneteweyî planeke êrîşê bû li dijî modela jiyana hevpar, wekhev û demokratîk a gelan. Armanca wan ew bû ku gelê Kurd bê Rêber bihêlin, hişmendiya wî ya dîrokî belav bikin û potansiyela azadiyê di nav pergala sermayedariyê de bifetisînin. Lê hêzên komploger ew şoreşa hişmendiyê ya li Îmraliyê û bersiva wî ya di nav gel de hesab nekiribûn.”
Hêlîn Umît destnîşan dike ku siyaseta tecrîda giran a li Îmraliyê berdewamiya rasterast a komployê ye û tîne ziman ku paradîgmaya nûjeniya demokratîk a li Îmraliyê hat pêşxistin, gava herî mezin a îdeolojîk e ku komplo vala derxistiye û wiha didomîne: “Girava Îmraliyê tevî hemû şert û mercên giran ên tecrîdê, veguherî navenda hilberîna zanist û azadiyê. Modela civaka azadîxwaza jinê, ekolojîk û demokratîk ku li dijî aqilê dewletparêz hate pêşxistin, hemû hesabên komplogeran serûbin kirin. Ev berxwedan ne tenê parastinek bû, di heman demê de belgenameya azadiya civakî ya sedsala 21emîn e.”
Di gotarê de cihê jinan û beşên civakî yên azadîxwaz di têkoşîna dijî komployê de bi taybetî tê destnîşankirin. Hêlîn Umît diyar dike ku hişmendiya komploger herî zêde ji xeta azadiya jinê tirsya ye û rastiya Gelê Azad di vê pêvajoyê de veguheriye îradeyeke polayî. Hêlîn Umît bi bîr dixe ku ruhê fedaî yê bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” pêş ket, derba herî giran li komployê xist û wiha dibêje: “Têkoşîna bi pêşengiya jin û ciwanan tarîtiya komployê qetand. Îro roj bîr û ramanên Rêbertiyê sînor derbas kiriye û bûye hêviya cîhanê; ev encama rasterast a yekbûna îdeolojîk û pratîkî ya Rêbertî û Gelê Azad e.”
Hêlîn Umît rewşa siyasî ya rojane û pergala tecrîdê jî dinirxîne û diyar dike ku hewl tê dayîn komplo bi rêbazên cuda bê domandin. Hêlîn Umît destnîşan dike ku bêdengiya saziyên navneteweyî û hêzên herêmî parçeyek ji vê hevkariyê ye û vê hişyariyê dide: “Rewşa tecrîda girankirî ya li Îmraliyê delîla eşkere ye ku hêj di komployê de israr tê kirin. Lê divê baş bê zanîn ku hişmendiya di bêçareseriyê û şer de israr dike, mehkûmî têkçûnê ye. Çareseriya adil û demokratîk a pirsgirêka Kurd tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê û qebûlkirina projeyên wî yên çareseriyê pêkan e.”
Di dawiya gotara xwe de Hêlîn Umît banga bilindkirina têkoşînê û rêxistinkirinê dike. Hêlîn Umît diyar dike ku rizgariya dawî tenê bi guherîna hişmendiyê û pêngavên radîkal ên demokratîk pêkan e û nirxandina xwe bi van hevokan bi dawî dike: “Ji bo ku em Komploya Navneteweyî bi temamî biavêjin zibildanka dîrokê, nêzîkatiyên rojane bes nakin. Ruhê serdemê daxwaz dike ku em tevlîbûneke rast di xeta Rêbertiyê de çêbikin, di hişmendiyê de qutbûneke radîkal bijîn û vê seknê di hemû qadên jiyanê de pratîk bikin. Yekîtiya Rêbertî û Gelê Azad komplo di warê stratejîk de têk biriye; niha dora wê ye ku em vê têkçûnê bi avakirina civaka demokratîk bi serkeftinê encam bikin.”







