Li Afganistanê tundiya li ser jin û zarokan berdewam e
- 12:57 3 Cotmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê bi vegera Talîbanê re tundî û bûyerên kuştina jinan gihîştin asta herî jor. Ev rapora ku bûyerên dawî radixe ber çavan, nîşan dide jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û bi metirsiya kuştin, xwekujî û zextên sîstematîk re rûbirû ne.
Jinên Efgan di salên dawî de bi hemû cureyên tundî û qedexeyan re rûbirû mane, ji tundiya navmalî û kuştinê bigre heya bêparkirina ji perwerde, kar û jiyana civakî dijîn. Piştî vegera Talîbanê, gelek mekanîzmayên yasayî û saziyî yên ku armanca wan parastina jinan e qels bûn an jî ji holê rabûn. Qedexe û tirsa ji ceza, bandorê li ser azadî û ewlehiya wan kir. Ji ber tirs, zextên malbatî û civakî, nebûna saziyên piştgiriyê û zehmetiya gihîştina edaletê, tundî û bûyerên kuştina jinan her dem bi tevahî nayên ragihandin. Ji ber vê yekê nebûna îstatîstîkên tam nirxandina rast a asta tundiya li dijî jinan dijwar kiriye. Di warê derûnî de jî rewşa jinan bi fikar e. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi qasî ji sedî 75 jinên di sala 2025’ an de lêkolîn li ser wan hatiye kirin, tenduristiya xwe a derûnî xirab e yan jî pir xirab hatiye dîtin. Di van raporan de her wiha behsa têkiliya di navbera tundiya navmalî, xizanî, tecrîda civakî û bûyerên xwekuştina jinan de jî tê kirin lê belê, ji ber nebûna daneyên pêbawer û nebûna tomarkirina hinek dozan, hejmareke rast li ser hejmara bûyerên kuştin û xwekuştina jinan de li Efganistanê tune ye. Statîstîk û dozên ku di vê raporê de hatine behskirin li gorî nûçeyên di medyayê de hatine weşandin û heta radeyekê ji çavkaniyên herêmî hatine berhevkirin.
Dane ev in:
*Di 18’ê Tîrmeha 2026’an de: Li Mezar-î-Şerîf, paytexta parêzgeha Belxê, du hevjînên ciwan bi şev ji aliyê hevjînê berê yê jinek ve hatin kuştin.
*Di 19’ê Tîrmeha 2026’an de: 36 sivîlên ku di nav wan de jin û zarok hebûn, di êrîşên artêşa Pakistanê yên li ser parêzgehên Kunar, Paktiya û Paktika de hatin kuştin.
*Di 20’ê Tîrmeha 2026’an de: Îmamê mizgefteke li Xwaja Namusa, parêzgeha Faryabê, hevjîna xwe ya sêyemîn bi îşkenceyê kuşt.
*Di 20’ê Tîrmeha 2026’an de: Jineke 25 salî bi vexwarina jehrê li girtîgeheke Talîbanê ya li parêzgeha Heratê xwe kuşt.
*Di 24’ê Hezîrana 2026’an de: Keçeke 8 salî piştî ku li dibistanek olî li Zaranjê, parêzgeha Badghisê rastî, tecawizê hat mir.
*Di 23’ê Tîrmeha 2026’an de: Helîmaya 21 salî ji aliyê bavê xwe ve li navçeyên Sang Taxt û Bandar ên parêzgeha Daikundi ji ber ku zarokê wê ku kur çênedibû hat kuştin.
*Di 7’ê Tebaxa 2026’an de: Jineke nû zewicî li navçeya Andar a parêzgeha Gaznî li mala hevjînê xwe bi tindiya navmalî û lêdanê hat kuştin. Birayê wê jî di heman bûyerê de mir.
*Di 7’ê Tebaxa 2026’an de: Pitikek keç li mala xwe ya li Heratê hat kuştin.
*Di 11’ê Tebaxa 2026’an de: Jineke navsale li navçeya Barmal a parêzgeha Paktikayê mirî hat dîtin, li ser bedena wê nîşaneyên lêdana bi keviran hebûn.
*Di 12’ê Tebaxa 2026’an de: Jinek û hevjînê wê li mala xwe li bajarê Qendaharê hatin kuştin.
*Di 21’ê Tebaxa 2026’an de: Jineke ku du meh berê ji aliyê endamekî Talîbanê ve hatibû revandin û neçarî zewacê hatibû kirin, li navçeya Gosfandî ya parêzgeha Sar-e-Pul, ji aliyê heman kesî ve heta mirinê rastî lêdanê hatibû.
*Di 22’ê Tebaxa 2026’an de: Keçeke Sunî ya 18 salî li Heratê piştî ku ji aliyê rêberên Talîbanê ve neçar ma zewaca xwe bi zilamekî Şîa re biqedîne, xwe kuşt.
*Di 25’ê Tebaxa 2026’an de: Jinek ducanî ji ber tundiya navmalî li navçeya Îsmaîlxel a parêzgeha Xostê hat angaştin ku xwe kuştiye.
*Di 25’ê Tebaxa 2026’an de: Jinek 25 salî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li navçeya Mîramûr a parêzgeha Daikundî piştî ku dawî li zewaca bi mehrê anî hat kuştin.
*Di 26’ê Tebaxa 2026’an de: Jinek hevjînê wê ew bi lêdanê anî ber mirinê.
*Di 27’ê Tebaxa 2026’an de: Pîrikek li navçeya Sangin a parêzgeha Helmandê piştî ku ji karê xwe hat derxistin, bi vexwarina jehrê xwe kuşt.
*Di 29’ê Tebaxa 2026’an de: Cenazeyê Meryema şeş salî li navçeya 12’emîn a Heratê hat dîtin.
*Di 17 ‘ê Îlona 2026’an de: Cenazeyê Fatîma ya pênc salî ya li Kabîlê ku hemû organên wê hatibûn derxistin hat dîtin.
*Di 3’ê Îlona 2026’an de: Jineke 17 salî li navçeya Nurgram a parêzgeha Nuristanê piştî pêwendiyeke telefonê ya bi zilamekî re ji aliyê endamekî malbatê ve hat gulebarankirin û kuştin.
*Di 3’ê Îlona 2026’an de: Jineke 15 salî li navçeya Qela-e-Naw a parêzgeha Baghisê ji ber tundiya navmalî xwe daliqand.
*Di 17’ê Îlona 2026’an de: Cenazeyê jineke 20 salî li navçeya Abçakan a parêzgeha Logarê hat dîtin.
*Di 18’ê Îlona 2026’an de: Cenazeyê jineke ciwan a serjêkirî ku nîşaneyên îşkenceyê li ser hebûn li parêzgeha Faryabê hat dîtin.
*Di 21’ê Îlona 2026’an de: Çar endamên malbatek sê jin û zarokek li mala xwe ya li navçeya Tagab a parêzgeha Kapisayê hatin kuştin.







