Dayikên Şemiyê: Windayên me li ku ne?
- 12:54 3 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Şemiyê di hefteya 1123'yemîn de wiha bang kirin: "Em wekî xizmên windayan li Qada Galatasarayê heta Koşûyolûya Amedê ji wir Kolana Gulistana Êlihê û heta Kolana Çandê ya Geverê heman pirsê dipirsin; faîl diyar in, windayên me li ku ne?
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1123'yemîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku beriya 35 salan hatibbû windakirin, pirsin. Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniyê xwendin.
Gulseren Yolerî anî ziman ku ew ev 35 sal e dipirsin Îbrahîm Gundem li ku ye û wiha got: “Em wekî xizmên windayan li Qada Galatasarayê heta Koşûyolûya Amedê ji wir Kolana Gulistana Êlihê û heta Kolana Çandê ya Geverê heman pirsê dipirsin; faîl diyar in, windayên me li ku ne?
Îbrahîm Gundem 39 salî bû û li Gundê Qenderhelê girêdayî navçeya Hezroya Amedê dijiya. Di şeva 25ê Îlona sala 1991an de komekî leşker ku bi fermandariya wan Kenan Şahîn dikir avêt li ser malbata Gundem û Îbrahîn Gundem binçav kir. Ji bavê Îbrahîm Gundem re jî hate gotin ’em ê wî sibe berdin.’ Malbat paşê çû qerekolê ji wan re hate gotin Îbrahîm nehatiye binçavkirin. Malbat li dijî vê serî Dozgeriya Komarê ya Hezroyê da. Malbat çû Walîtiya Amedê û Fermandariya Cendermeyan lê tu agahî ki kurê xwe bi dest nexistin.
Bavê 9 zarokan Îbrahîm Gundem li ber çavê malbata xwe hate binçavkirin lê dewlet ev 35 sal e aqûbeta wî dernexist holê. Li dijî zextên leşkeran malbat di 15ê Sibata 1993yan de koçî navenda Amedê kir. Dayik Meryem Gundem û bav Mehmet Gundem dest bi lêgerîna kurê xwe bernedan lê her du jî hê aqûbeta kurê xwe nedîtin jiyana xwe ji dest dan. Divê dewlet aqûbeta Îbrahîm Gundem aşkere bike.”
Çalakî bi danîna qerenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.







