Sedema xebitandina zarokan xizaniye
- 09:02 2 Cotmeh 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Kordînatora Projeya Komeleya Ewil Zarok Hîvran Tîmur da zanîn ku sedema esas a xebitandina zarokan şertên aboriye û got: “Bar û berpirsyariya zarokan li zarokan tê barkirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê îstîhdama bi ewle, perwerdehiya bê pere û li taxan kreşên bê pere bikevin jiyanê.”
Li gorî daneyên 2025’an yên TUÎK’ê li Tirkiyeyê rêjeya zarokên di navbera 15-17’an de tevli heza kar dibe wek ji sedî 25,5 hat aşkerakirin. Ji van ji sedî 36,5 zarokên kur, ji sedî 13.9 jî zarokên keçin. Ji sedî 18’ê nifûsa zarokan di navbera 15-17’an de ye. Dane xizaniya zarokan derdixe holê. Di 2025’an de ji sedî 36.8’ê zarokên navbera0-17 salî de bi xizaniyê re rû bi rû ne.
Li gorî rapora Navenda Lêkolîna DÎSK (DÎSK AR) ya di îlona 2026’an de weşandiye hejmara zarokên navbera temenê 15-17’an de dixebitin li gorî navbrea salên 2017-2025’an ji sedî 169.2 zêde bûye.
Kordînatora Projeya Komeleya Ewil Zarok Hîvran Tîmur da zanîn ku pergal zarokan mahkumê xebtê dikin û ev pirsgirêk li welat tê rewakirin û mezinkirin.
‘Sedema karkeriya zarokan şertên aboriye’
Hîvran Tîmur got ji sedî 59.2’ê zarokên dixebitin ji ser sedemên aborî dixebitin û got: “Li gorî rapora meha îlonê ya navenda Lêkolîna DÎSK’ê der barê sedema xebitandina zarokan daneyên zelal hene. Di raporê de barê zarokên navbera temena 15-17’yî de dixibitin daneyên balkêş hene. Di navbera 2017 û 2025’an de hejmara zarokên dixebitin ji sedî 169.2 zêde bûye. Li gorî raporê ji sedî 36,2’ê zarokan ji bo alîkariya aborî ya malbatê dixebitin. Ji sedî 23.2 jî raste rast bi armanca debara malbatê bikin dixebitin. Sedema herî mezin aboriye. Ligel vê sedemên polîtîk, siyasî û îdeolojîk jî zarokan berbi xebitandinê ve dibe.”
‘Bi MESEM’an karkeriya zarokan zêde dikin’
Hîvran Tîmur destnîşan kir ku karkeriya zarokan pêşketina fîzîkî, akademîk ateng dike û got: “Ev pêşî li pêşketin û mezinbûna zarok digirin. Demên dawî de karkeriya zarokan pir zêde tê nîqaşkirin. Karkeriya zarokan bi destê dewletê tê rewakirin. Navendên Perwerdehiya Pîşeyî yanî bi hevkariya MESEM’an karkeriya zarokan tê belavkirin. Girêdayê vê mirinên zarokên karker zêde dibin.”
‘Karkerî, zarokan ji perwerde û jiyanê dûr dixe’
Hîvran Tîmur diyar kir ku zarok li karkeriyan bi rîska tundî, biçûkxistin û ewlehiyê re tên rû hev û got: “Yek ji pirsgirêka din eve ku zarok li kargeriyan di kîşan şert û mercan de dixebitine. Daneyên şert û mercên kargeriyan nayên zanîn. Ev hemû bandorek neyînî li ser fîzîk, psîkolojî û rihê zarokan dike. Zarok li dijî stresên cidî têdikoşin. Ligel vê zarok ji dibistan û perwerdê jî dûr dikevin. Xeyalên zarokan bi xizaniyê ji detê wan tên girtin. Jiyana xebatê bandorek mezin li ser pêşeroja zarokan dike.”
‘Rêya pêşîgirtina karkeriya zarokan têkoşîne’
Hîvran Tîmur di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji bo pêşî li karkeriya zarokan û xizaniyê bê girtin divê mezin bi mûçeyên têr û ewle bixebitin.Hinek pêşiyarên der barê vê mijarê de yên Navenda Lêkolînê ya DÎSK AR’ê heye. Ji bo pêşî li karkeriya zarokan pêşî li xizaniyê bê girtin divê kesên di malbatê de dixebitin bi heqdest, mûçeyên baş û makul bixebitin. Dema ku di malbatê de mezin mûçeyên têr bigirin wê hewce bi xebata zarokannemîne. Ligel vê divê perwerdehiya bê pere hebe. Divê zarok wekhev bixebitin, divê li her taxê kreş hebin û pêşiya îstîhdama jinê bê vekirin. Yekane rêya pêşîgirtina karkeriya zarokan têkoşîne.”







