Li Silêmaniyê mîhrîcana berhemên jinan
- 11:33 1 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi amadebûna jinên destrengîn, mîhrîcana behemên destan û xwarinên kurdewarî li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê dest pê kir û dê dahata mîhrîcanê ji bo Nexweşxaneya Hiwa ya li Silêmaniyê were bexşkirin.
Jinên destrengîn, tevî astengiyên civakî û aborî, bi îradeya xwe ji bo bidestxistina serbixwe û pêşxistina karên xwe têdikoşin. Lê belê nebûna piştgiriya hikûmetê, derfetên sînorkirî û nebûna piştgiriya pêwîst hê jî astengiyên herî mezin e li pêşiya pêşxistina karên wan. Li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê ji bo berhemên dest ên jin çêdikin mîhrîcanek hat destpêkirin û dê heta 10 rojan bidome. Mîhrîcan her roj saet 16:00’ê êvarê heta 23:00’ê şevê vekiriye. Her şev çend hunermend beşdarî mîhrîcanê dibin, dahata mîhrîcanê dê ji bo Nexweşxaneya Hîwa ya li Silêmaniyê bê bexşkirin.
‘Gelek jin beşdar bûn’
Beşdara bi navê Jiyan Mihemed a ji NÛJINHA'yê re axivî wiha got: “Di destpêka werza xweş a payîzê de bi serpereştiya rêxistina Dilê Silêmaniyê û şefên aşpêj mîhrîcana berhemên destan û xwarinan tê lidarxistin. Ev mîhrîcan dê 10 rojan bidome. Gelek jin bi berhemên destên xwe beşdar bûn. Di mîhrîcana îsal de jinên xwedî pêdiviyên taybet hene, çar şeş mase ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet hatine vekirin. Rêxistina Bilind, Roşnayî Dil û gelek jinên din ên xwedî pêdiviyên taybet ên fîzîkî bi berhemên xwe yên destan beşdar bûn. Rojane ji saet 16:00’ê êvarê heta 23:00’ê şevê heta roja Şemiyê dê bidome. Bi şev, hejmareke zêde ya welatiyan serdana Parka Azadiyê dikin û di hewaya hênik de demek xweş derbas dikin.”
‘Ez bi xwarinên kurdewarî beşdar bûm’
Beşdara bi navê Rûpak Mihemed a ji NÛJINHA'yê re axivî wiha got: “Ez bi xwarinên kurdewarî kotlik, kufte, borek, pelgên silqan û yên mêwan û biryaniya zer beşdar bûm. Du cureyên kotlikan hene yek ji danê hûr yek jî bi birêncê ye. Nîvê dahatê dê ji bo Nexweşxaneya Hîwa were bexşkirin. Gelek kes tên serdanê û bi germî pêşwazî dikin. Coşeke mezin heye. Ez ji jinan dixwazim li ser lingên xwe bisekinin. Bila tu jin bê kar nemîne, kar bike.”







