ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 25 Îlon 2026
- Rojev
* "Di encamê de teorîsyenên hiqûqa xwezayî û yên hiqûqa pozîvîst tecrubeya mirovahiyê dispêre ya mêr û normên hiqûqa pergala serdest ya mêr û kapîtalîst ava dike û pêkanîna wê esas digire. Di serî de jin hemû kesî ku wek kirdeya hiqûqî nayê hesibandin, ji her cureyê êrîşê re vekirî dihêle." JINEOLOJÎ
*Krîza aborî têkoşîna debarê ya esnafan giran dike û li Sûka Sifirfiroşan ku piranî mêr lê hene, esnafên jin, li dijî zor û zehmetiyên aborî, nêrînên li hember jinan têdikoşin. Humeyran Duymaz ya antîkavan gotina ‘ez nikarim bikim’ red kir û banga azadiya aborî li jinan kir. DÎMEN HEYE
*Rapora Rewşa Jîngehê ya sala 2024’an ku ji aliyê Rêveberiya Parêzgeha Şirnexê ya Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hatibû amadekirin, wêrankirina ekolojîk a ku bi salan e li bajêr berdewam dike, paşguh kir. Herçend rapor gelek kiryarên ku bandorê li xwezayê û jîngehan dikin ji birîna daristanan û xebatên madenê bigire heta santralên termal û projeyên bendavan li ber çavan nagire jî, cudahiya di navbera daneyên fermî û rastiya li qadê de derket pêş.
*Welatiyên li kolanên Stenbolê der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn diyar kirin ku guherîna zîhniyeta civakî bi welatibûna wekhev û edaletê pêkan e û wiha got: “Divê mafê her kesî bê nasîn. Çareserî ji gavên şênber pêkan e.” DÎMEN HEYE
*Teatra Jiyana Nû ku nêzî 30 salî ye kevneşopiya şanoya Kurd dimeşîne, piştî lîstika Bêrû şûnde tevî hemû astengî û navbera 7 salan şûnde hilberîna hunera xwe iddomîne. Lîstika nû ‘Rovî Ji çiyê xeyidiye’ 26’ê îlonê dê derkeve pêşberî temeşavenanên xwe. DÎMEN HEYE







