DBP'ê qurbaniyên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

  • 10:31 30 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - DBPê di salvegera 5emîn a kuştina 7 ferdên malbata Dedeogûllari de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtalê daxuyaniyek weşand û ferdên malbatê bi bîr anî.
 
Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30yê Tîrmeha 2021an de 7 ferdên malbata Dedeogûllari di êrişek nijadperest de hatibûn kuştin. DBPê derbarê salvegera 5emîn a kuştina 7 ferdên malbatê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek weşand.
 
DBPê diyar kir ku komkujiya malbata Dedeogullari, yek ji encamên xwînî yên nijadperestiya sîstematîk a li dijî kurdan, siyaseta nefretê û polîtîkayên necezakirinê ye û wiha got: “Heta ku berpirsyar neyên dîtin, heta ku avhewaya siyasî ya ku nefretê xwedî dike neyê guherandin, edalet nayê pêkanîn. Ev komkujî ne bûyereke cuda ye, encama polîtîkayên nijadperest ên sîstematîk, zirxa necezakirinê û polarîzasyona civakî ye.”
 
DBPê destnîşan kir ku dê li dijî nijadperestî, cudakarî û polîtîkayên ku gelan dikin dijminê hev têkoşîna xwe berdewam bikin û dev ji hevwelatîbûna wekhev, demokrasî û têkoşîna aştiyeke rûmetdar bernedin. DBPê anî ziman ku ew ferdên Malbata Dededogullariyê bi rêzdarî bi bîr tînin.