Tenduristiya Bîbî Nur Rîgî ber bi xetereyê ve diçe
- 15:56 29 Tîrmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku di meha Hezîranê de di dema xwepêşandanên Kana Zêrê Taftanê de rastî tundiyê hatibû, rewşa tenduristiya Bîbî Nur Rîgî xirab bû. Bijîşkan diyar kirin ku ji ber zexta derûnî û stresa giran şekirê xwîna wê bilind bûye û nexweşiya diyabetê girtiye.
Li gorî nûçeyên hatin weşandin, muayeneyên bijîşkî yên Bîbî Nur Rîgî roja Duşemê hatin kirin û encamên wan 28’ê Tîrmehê li Zahedanê ji aliyê bîjîşkên pispor ve hatiye nirxandin. Bîjîşkan, gelek derman nivîsandin û diyar kirin ku zexta derûnî ya dijwar û stresa giran a ku ji ber bûyera Kana Zêrê Taftanê jiyan kiriye, bandorek neyînî li ser tenduristiya Bîbî Nur Rîgî kiriye.
Metirsiya nexweşiya dil û felcê
Li gorî encamên muayeneyan, Bîbî Nur Rîgî ku beriya niha nexweşiya diyabetê nebû, asta şekirê xwînê bi awayekî cidî bilind bûye û jê re teşhîsa diyabetê hatine danîn. Her wiha zêdebûna berbiçav a rûnên xwînê, metirsiya nexweşiya dil û felcê zêde kiriye.
Bijîşkan, anjîografî û nirxandinên dil ên pispor ên pêşkeftî pêşniyar kirin. Ger şert û mercên guncaw pêk werin, tê plankirin ku dermankirina wê meha bê li yek ji navendên tenduristiyê yên li Yezd an jî Tehranê berdewam bike.
Bîbî Nur Rîgî, êvara 16’ê Hezîranê di dema destwerdana hêzên ewlehiyê û rayedarên Şîrketa Pars Tamîn ya li dijî xwepêşandanek jinan a li dijî operasyonên Kana Zêrê Taftan de, hate derp kirin û rastî tundiyê hat. Beriya demeke kurt, ji ber ku tenduristiya wê ji nişkê ve xirab bû, li kolanekî Zahedanê bêhiş hate dîtin. Bîbî Nur Rîgî, rakirin nexweşxaneya Îmam Elî û li wir du şevan hate dermankirin.







