TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

  • 13:46 21 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, bang kir ku kampanyaya “Ji bo edalet û azadiyê-tu jî bibe dengê girtiyên fermanê” ya ji aliyê rêxistinên jin ên Êzidî ve hatî destpêkirin, were mezinkirin.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E)  daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Têkoşîna edaletê ya jinên Êzidî, têkoşîna hevpar a hemû jinan û gelan e.” TJK-E’yê bal kişand ser kampanyaya ku ji 17’ê Tîrmeha 2026’an heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê wê bê meşandin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
 
“Li ser êrîşa qirkirinê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAÎŞ’ê ve li hemberî Şengalê pêk hat, 12 sal derbas bûn. Êşa gelê Êzidî kêm nebûye, lêgerîna wê ya edaletê jî hîna bersiv nedîtiye.
 
Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, bi deh hezaran ji cihên xwe hatin kirin, bi hezaran zarokên keç û jinên Êzidî hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin; rû bi rûyê destdirêjî, êşkence û kiryarên dermirovî man. Îro hîna aqûbeta nêzî 2.700 jin û zarokan nayê zanîn.
 
Tiştên li Şengalê qewimîn, sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve qirkirineke eşkere ye. Lê belê naskirina qirkirinê, bi tena serê xwe têrê nake. Ji bo dîtina windayan divê mekanîzmayên navneteweyî yên bi bandor, bên avakirin, faîl bên darizandin û dawî li polîtîkayên bêcezatiyê were.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî her tiştî jî civaka Êzidî teslîm nebûye, bi taybetî jî bi pêşengiya jinan xweparastin û îradeya xwe ya jiyana demokratîk pêş xistin û bang li saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya demokratîk hate kirin ku ewlehiya gelê Êzidî û statuya Şengalê were mîsogerkirin.
 
TJK-E’yê bang kir ku kampanyaya “Ji bo edalet û azadiyê-tu jî bibe dengê girtiyên fermanê” ya ji aliyê rêxistinên jin ên Êzidî ve hatî destpêkirin, were mezinkirin.
 
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
 
“* Bila aqûbeta zarok û jinên Êzidî were eşkerekirin; ji bo dîtina wan bila mekanîzmayên navneteweyî yên xurt bên avakirin.
 
* Bila hemû faîlên sûcên DAÎŞ’ê bên darizandin, dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were.
 
* Bila ewlehiya gelê Şengalê, îradeya wê ya demokratîk û mafê rêveberiya xweser were mîsogerkirin.
 
* Bila îradeya jinên Êzidî ya ji bo xwe rêxistinkirinê, xweparastin û jiyana azad di asta navneteweyî de piştgirî bibîne.
 
* Bila hemû jin, saziyên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan tevlî vê kampanyayê bibe û têkoşîna edaletê ya jinên Êzidî mezin bike.”