Encamnameya Konferansa Kurdî hat eşkerekirin
- 12:17 3 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Encamnameya Konferansa Kurdî ya di 27 û 28ê Hezîranê li Çand Amedê hatiye lidarxistin hat eşkerekirin û wiha hat gotin: “Statuya Kurdî pîvana çareseriya demokratîk e.”
Di 27-28ê Hezîrana 2026an de li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya li Amedê bi hevkariya Saziyên Zimanê Kurdî yên Demokratîk, bi dirûşma “Ji Statûyê Heta Perwerdehiyê; Çarçoveyeke Nû Bo Muzakereyê” Konferansa Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Gelek nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, huquqnas, mamoste û aktivîstên zimanê Kurdî yên ku di van mijaran de serwext û di heman demê de nûnerên sazî û dezgehên sivîl/civakî yên demokratîk, partiyên siyasî û saziyên pîşeyî tev li konferansê bûn.
Endamê Komîteya Amadekar a Komîsyona Ziman Rifat Ronî ewilî axivî û da zanîn ku komîteya amadekar sê mehan xebata konferansê meşand. Rifat Ronî anî ziman ku ji perwerdehiyê bigire heta hiqûq û statuya ziman û gelê Kurd gelek mijar di konferansê de hatin nîqaşkirin. Rifat Ronî destnîşan kir ku zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd, mifteya azadiyê û nîşana sereke ya statuya siyasî ya gelê Kurd e û wiha got: “Mirov bi zimanê xwe dibin mirov û gel û neteweya wî jî bi zimanê xwe dibin xwedî nasname. Di vê konferansa me de jî, ev mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mînak û modelên ku li cîhanê heta niha pêk hatine, hemû kesên pispor û serwextê mijarê, mijar nîqaşkirin.”
Piştî axaftinê Kirmanckiya encamnameyê Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Mehmet Şahîn, Kurmanciya wê jî Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Leyla Kaymaz xwend.
‘Pêşniyarên çareseriyê yên şênber derketin pêş’
Leyla Kaymaz di encamnemeyê de li ser armanca pêkanîna konferansa sekini û wiha hat got: “Armanca me ya konferansê ew bû ku li ser statûya hiqûqî ya Kurdî, siyaset û polîtîkayên zimên, perwerdehiya bi zimanê dayikê, rol û rista civakî û stratejiyên pêşeroja zimanê Kurdî, di navbera akademî, siyaset û saziyên civaka sivîl de bingeha muzakere û hevkarî û biafirîne. Konferans du roj domiya û ji heft rûniştinan pêk hat. Di her rûniştinê de serenavên cûda hatin nîqaşkirin. Her serenav bi pirs û pirsgirêkên xwe ve hatin nirxandin, tehlîlên çareseriya pirsgirêka civakî ya ziman û perwerdehiyê hatin vekolîn û di encamê de tesbîtên girîng hatin kirin. Pirsgirêkên heyî hatin dahûrandin û pêşniyarên çareseriyê yên şênber derketin pêş.”
Mijarên konferansê
Di encamnameyê Leyla Kaymaz anî ziman ku ji gelek saziyan 550 delege, 19 panelîst tevlî konferansê bûne diyar kir ku ev mijar di konferansê de hatine nîqaşkirin:
“- Statûya hiqûqî ya Kurdî, rewşa heyî û perspektîfên pêşerojê,
– Zimanê dayikê û perwerdehiya bi pirzimanî û pirzaravayî, stratejî û zehmetiyên wê
– Di parastina hişmendiya zimên de rol û rista çand, huner û medyayê
– Bi tevlîbûna civaka sivîl tecrûbeyên xurtkirina Kurdî ( Di berbelavkirina zimanê Kurdî de tevlîbûna însiyatîfên sivîl)
– Di navbera nifşan de veguhestina Kurdî û stratejiyên domdariyê
– Stratejî û polîtîkayên partî û rêveberiyên herêmî yên zimanî
– Stratejî û polîtîkayên zimanê Kurdî (Plansaziya sazumaniya zimên), muzakere hatin kirin û biryar hatin girtin.”
‘Ziman gel dike netewe’
Layla Kaymaz di encamnameyê de li ser girîngiya pêkanîna konferansê sekinî, diyar kir ku ziman ne tenê wek amûreke ragihandinê ye lê hêmayeke ku mirov dike mirov, gel dike netewe û ev tişt gotin: “Ziman, bîra mezin a civakekê ye. Mijara hebûn û nebûnê ye. Hêmana xwe avakirina civakê ye. Stûna bingehîn a netewebûnê ye. Ji bo gelê Kurd mifteya statûya siyasî, xwebûn û azadiyê ye. Ziman mîrateyeke zindî ye ku bîra dîrokî, nirxên çandî û kevneşopiyan ji raboriyê hildigire û radestî siberojê dike, bi vî awayî jiyanê bi wate dike û berdewamiya wê misoger dike. Gelê Kurd li dijî pêla bişaftinê berxwedana dîrokî nîşan daye û xwediyê wê hêzê, vînê û şiyanê ye ku vê pêlê vala derxîne.”
‘Konferans li gorî armancên xwe pêk hat’
Konferansa Zimanê Kurdî bi vê hiş û bîra zimanî li gorî armancên xwe pêk hat, ji bo xebatên zimanê Kurdî pîvan hatin diyarkirin ku ev pîvan dê bibin bingeha bilindkirina prestîja zimanê Kurdî. Bikaranîna zimanê Kurdî, wekî pîvaneke jêneger ê welatparêziya Kurdî hat destnîşan kirin. Kurdî wekî pêvanek temsîla siyasî ya gelê Kurd û rêveberiya jîngehên Kurdî hat pênasekirin.”
‘Dibistanên xweser, online, gerok, akademÎ û weqf pêwîst in’
Leyla Kaymaz bilêv kir ku konferansa ji bo kar û barên ziman vizyonekê diyar kiriye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bingeha vê vizyonê ev e; dê xebatên ji bo ziman ji çarçoveya parastinê derkevin. Bipêşxistin û berbelavkirina Kurdî wekî hewldanekî avakar a jiyana neteweyî û demokratîk were meşandin. Konferansa me ji bo parastin, berbelavkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî hin amraz û navgînên wekî statû, perwerdehiya bi zimanê dayîkê û veguhestina zimên a navnifşî hat diyar kir. Bi taybetî ji bo veguhestina zimên a nava nifşan, geşkirin, jiyandin û civakîkirina zimanê Kurdî derfetên pêwîst hatine destnîşankirin. Ev wekî avakirina dibistanên xweser, dibistanên online, dibistanên gerok, pêşdibistan, akademî û weqfên zimên û hwd. hatine binavkirin.
Konferansa me hewldanên rêveberiyên xwecihî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî erênî dîtiye û piştgiriya xwe ji bo vê hewldanê aniye ziman.”
Di berfirehiya encamnameyê de Leyla Kaymaz da zanîn ku konferans parastin parastin, bipêşxistin û belavkirina zimanê Kurdî wekî mîsyonekî neteweyî pênase kiriye û wiha pê de çû: “Li gel saziyên ziman, hemû dînamîkên tevgera Kurdî wekî kirdeyên vê mîsyonê hatine destnîşankirin. Li gorî vê dê hemû sazî, dezgeh, platform û derdorên welatparêz bi awayekî şênber, plansazî û bernameyên xwe yên salane yê derbarê zimanê Kurdî de diyar bikin. Raporên xwe yên xebatên ziman bi raya giştî re parve bike. Ji bo şopandina biryarên ku hatine girtin û xurtkirina xebatên zimanê Kurdî dê mekanîzmayek were sazkirin.
‘Statuya Kurdî pîvana çareseriya demokratîk e’
Konferansa me statûya Kurdî wekî pîvanê sereke yê çareseriya demokratîk pênase kiriye. Kilîta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi mifteya statûya zimanê Kurdî dikare were vekirin. Ji bo vê, konferansa me daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya statûya zimanê Kurdî kiriye. Avakirina hiqûqa zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd mijara sereke ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Leyla Kaymaz bi bîr xist ku muzakere ji bo avakirina statûya Kurdî û ji bo jiyandina Kurdî têgeha herî girîng e û wiha derbirî: “Dê gelê Kurd ji bo bipêşxistin, parastin û berbelavkirina Kurdî, yekîtiya herî berfireh saz bike. Û ji bo vê jî muzakereyeke navxweyî bike û gavên pêwîst ji bo zimanê xwe bavêje.
Pêşniyar û biryarên di konferansê de hatine girtin wiha ne:
“1. Em azadiya Birêz Ocalan û têkoşîna ziman ji hev cuda nakin. Têkoşîna parastin, pêşxistin û berbelavkirina Kurdî wekî perçeyekî têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dibînin.
2. Bikaranîna zimanê Kurdî pîvana temsîla siyasî ya gele Kurd e, kî bixwaze gele Kurd temsîl bike û jîngehên Kurdan bi rê ve bibe pêwîst e bi Kurdî bizanibe.
3. Hefteya 15ê Gulanê (Cejna Zimanê Kurdî) dê wekî festîval were pîroz kirin. Di vê hefteyê de ji bilî rewşên awarte ti bernameyên ku bikevin pêşiya 15ê Gulanê dê neyên li dar xistin.
4. Ji bo bipêşxist û zindîkirina ziman dê 2 salan carekê konferans bê li darxistin.
5. Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de xebatên hevpar bimeşînin dê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin.
6. Ji bo ku zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên saziyên Kurdan dê bi Kurdî werin amadekirin heke pêwîst pê hebe ji bo zimanên din bên wergerandin.
7. Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barên folklorî bi hevkariya rêveberiyên xwecihî plansazî pêk were.
8. Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.
9. Dê hemû sazî ji bo xebatkarên xwe yên ku nizanin bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin, li gorî astên wan ên zanîna ziman kargehên hîndekariya Kurdî li dar bixin.
10. Dê malperên fermî yên saziyan, hesabên saziyan ên medyaya civakî û daxuyaniyên çapemeniyê pêşî bi Kurdî werin weşandin. Heke pêwîst be ji bo zimanên din bên wergerandin.
11. Ji bo avakirina dibistaneke onlineyê xebat were destpêkirin.
12. Dê ji bo Kurdîkirina peyzajî a bajêr (navên sazî, dezgeh, kûçe, kolan, park û hwd.) xebat were kirin.
13. Ji bo meşandina xebatên hevpar û hevgirtî yên zimanê Kurdî dê bi hemû derûdorên ku ji bo Kurdî dixebitin re hewldanek were destpêkirin.
14. Konferansa Zimanê Kurdî biryarên ku di Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ku di 8-9ê Hezîrana 2026an de ji bo sazûmaniya zimanê Kurdî girtibûn erênî dibîne û piştgiriya xwe diyar dike.
15. Ji bo ku zaravaya Kirmanckî/Zazakî ya Kurdî ya di bin xetereya windabûnê de ye û ji bo ku careke din bibe zimanê jiyanê divê xebatên plankirî werin meşandin. Di vê çarçoveyê de saziyek xweser (Weqf an jî Akademî) were sazkirin.
16. Di Konferansa Zimanê Kurdî de ji bo vekirina kanaleke televîzyonê ku xwerû çandî be û kanaleke xweser a Kirmanckî/Zazakî bi yek dengî pêşniyar hat kirin.
Hemû biryarên Konferansa Zimanê Kurdî bi yek dengiya delegasyonê hatine girtin.”
Komîsyona Amadekar a Konferansa Zimanê Kurdî ji ber mazûvaniya konferansê, sipasiyên xwe li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, delege û mêvanên tevlî konferansê bûne kir.







