Meclîsa Jinan a nû civîna xwe ya yekemîn pêk anî

  • 11:45 1 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê ya ku herî dawî rêveberiya xwe nû kiribû, civîna xwe ya yekemîn a berfireh li Mala Kevirîn a ku li Parka 75’an e, li dar xist. 
 
Di civînê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran û endamên Meclîsa Jinan bi awayekî çalak amade bûn.
 
Di civînê de ji bo mezinkirina feraseta rêveberiyên herêmî û pêkanîna pergaleke wisa ku jin bikarin di her qada jiyanê de bi awayekî wekhev, azad û çalak cih bigirin, nirxandin hatin kirin. Di heman demê de bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirina hevgirtin û rêxistinbûna jinan a li navçeyê.
 
'Gotin, ked û îradeya jinê dê diyarker be'
 
Endamên Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê diyar kirin ku ew ê ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ku gotin, ked û îradeya jinan tê de diyar be, têkoşîna xwe di her mercî de û bi her awayî bimeşînin. Beşdaran bi biryardarî tekez kirin ku xebatên wan ên ji bo parastin û pêşxistina mafên jinan dê bê navber û bi coşeke mezin berdewam bikin.