ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 24 Hezîran 2026
- Rojev
* Ji Zanîngeha Medeniyet a Stenbolê akademîsyen Dr. Zeynep Ardiç der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir û got: “Divê aştiya civakî bê avakirin. Divê ji bo aştiyê gava hiqûqî bê avêtin.” DÎMEN HEYE
* Jinan ji bo Mîtînga Azadiyê ya ku wê li Wanê pêk bê bang kirin û diyar kirin ku ji bo jiyanek wekhev û demokratîk wê xeta têkoşîna hevpar mezin bikin û got: “Em pêşengiya banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatêde hat kirin dikin. Ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiya fîzîkî em banga tevlibûna qadan li jinan dikin.”DÎMEN HEYE
* Nesîbe Ertaş ya ku ji zarokatiya xwe de heta niha berikan çêdike û vê çandê dide jiyîn, diyar dike ku bêrik ne tenê hûnera destane, çîroka jiyan, hevî û hestên jinan dihewîne û banga xwedî derketina li vê çand û mîrateyê kir. BI DÎMEN
* Kajîn Efrîn a ku yek şervanên YPJ'ê ye, berê dîl hatiye girtin û niha serbest hatiye berdan got, "Ez ê nîşanî dijmin bidim ku hêza YPJ'ê çi ye û em kî ne. Em tu caran dest ji armanca xwe bernedin. Hêza me çi ye em ê bidin diyarkirin. Çiqas me qetil bikin, bikujin û bigrin jî heta ku yek ji me bimîne jî wê têkoşîn bidome." DÎMEN HEYE
* Mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz di bîra mirovan rê li ber pirsnîşanan vekir û di lêkolînên di telefona Rojwelat Kizmaz de di xêzên wê de jinek heye û mêrekî berê çekê daye wê jinê.







